Hedîseyên Li Yemenê
Li Sanaya paytexta Yemenê, ji bo ku hikûmet îstîfa bike protestoyên hûsîyan dewam dikin. Serokcimhûr Mansûr Hadî da zanîn ku wê destûrê nedin ku li paytextê protesto bên rastkirin. Pey re teyarên herbê yên ordiyê êrîşî, cebilxaneyên hûsîyan kir.
Li Sanaya paytexta Yemenê, Hûsî li ber hikûmetê protestoyên xwe dewam dikin. Serokcimhûr Mansûr Hadîyê qûqlayê Emrîka û Siûdî, beyan kir ku wê nehêlin ku li paytext û derûdora wê protesto bên rastkirin.
Pey beyana serokcimhûr Hadî, teyarên herbê yên ordiya Yemenê li Îmrana bajarê li bakurê welêt, êrîşî cebilxaneyên Hûsîyan kir. Do jî teyarên herbê li Cewfê 4 êrîş biribûn ser çeperên Hûsîyan û di hedîseyan de gelek kesan can dabûn.
Lîderê Ebdulmelîk Hûsî gazî alîgirên xwe kir ku li paytextê li meydana Teğyîrê protestoyên xwe zêde bikin.
Hûsî da zanîn ku bi hikûmetê re muzakere tên kirin, lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Hûsî ji serokcimhûr xwest ku daxwazên wan bên cî.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.