Hefteya mustez’efan ya dınyayê
Komela Hîra-Der û Hur-Derê, bı munasebeta hefteya Mustez’efan ya dınyayê lı Batmanê konferansek, bı navê “qêrîna mezlûma ya bı bal rebbê wan ve û Helebçe” lı darxıst.
Bi munasebeta “Hefteya Mustez’efan ya dinyayê” Komela Hîra-Der û Hur-Derê li Batmanê konferansek bi navê “Qêrîna Mezlûma Ya Bi Bal Rebbê Wan Ve û Helepçe” li darxist.
Konferans bi xwendina Qûrana pîroz destpêkir.
Perwerdekar û nivîskar Fehmî Kaplan û diya Şehîd Hasan Gökgözê ku ji teref Pkkcîyan ve bi wahşîyane hatibûbû qetilkirin, Mehtap Gökgöz beşdarî konferansê bû.
Endama komela Hîra-Derê Zehra Çîftçî, axaftina silavdayînê kir.
Dayika Şehîd Hasan Gökgöz, Mehtap Gökgözê jî axaftinek kir. Wekî malûme kurê wê şehîd Hasan Gökgöz, li Dîyarbekirê di 6 û 7 tê Cotmehêde ji teref çeteyên hov û wehşî ve, bi şeklekî wahşîyane hatibû qetilkirin.
Muhterem Mehtap Gökgözê weha got: “Bera zalim û xwîn mijê Kurdistanê û dinyayê bizanibin ku tu kes nikarin me bi zulm û zorê ji d’aw û doza îslamê bi dûr bixin.”
Bi axaftina dayika dilşewat, hemî beşdar dil zîzbûn.
Piştî axaftina dayika şehîd Hasan, endama sazîya îdarî ya komela Hîra-Derê Gulsûm Yakûtê jî axaftinek kir.
Gulsûmê bal kişand ser wehşeta di 6 û 7ê Cotmehê de bi behanê kobanê qewimî û îfade kir ku kesên ew ciwanên musluman şehîd kirin, ji însanîyetê para xwe negirtibûn.
Perwerdekar û nivîskar Fehmî Kaplan ji di axaftina xwe de îfade kir ku kesên dibêjin em mezlûmin, di wahşetê de tü cûdatîya wan û ‘Emrîqaya îşxalker û Îsraîla sîyonîst tuneye.
Bername bi xelatkirina kesên di îmtîhana sîyera wîladeta pîroz de derence wergirtibûn û bi xwendina dûayê bi dawî bû.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.