Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.293 kesan

Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.293 kesan

Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de 10 Filistînî şehîd bûn û 42 kes jî birîndar bûn. Bi vê yekê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 293 kesan û hejmarê birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 906 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê amarên dawî yên şehîd û birîndarên di êrîşên rejîma sîyonîst de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 10 şehîd û 42 birîndar ji bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.

Bi vî awayî, hejmara şehîdên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de gihîştiye 73.293an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173.906an.

Wezaretê ragihand ku piştî agirbesta ku di 11ê Cotmehê de ket meriyetê, hejmara şehîdan gihîştiye 1168an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3798an.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku bi tevahî 802 cenaze, tevî yên ku di dema agirbestê de ji bin xirbeyan hatine derxistin, ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.