Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.375 kesan

Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.375 kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de 19 Filistînî şehîd bûne û 35 jî birîndar bûne. Bi vê yekê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara tevahî ya şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 375 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di encama êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê de 19 Filistînî şehîd bûne û 35 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, hejmara şehîdên di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de gihîştiye 73.375an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174.220an.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku digel peymana agirbestê ku di 10ê Cotmeha 2025an de ket meriyetê jî, êrîş berdewam kirine û ji wê rojê vir ve 1250 Filistînî şehîd bûne, 4110 birîndar bûne û cenazeyên 804 kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê diyar kir ku gelek kes hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan de ne û ekîbên tenduristiyê û parastina sivîl ji ber êrîşên hêzên îşxalker nikarin bigihîjin gelek deveran. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.