Hejmera penaberên ku jiyana xwe ji dest dan bû 25

Hejmera penaberên ku jiyana xwe ji dest dan bû 25

Hat ragihandin li Aydinê di encama binavbûna tekneyê de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî hatin xelaskirin.

Her weke ku tê zanîn doh li navçeya Dîdîma Aydinê tekneya penaberan bin av bûbû û 18 penaber jiyana xwe ji dest dabûn.Li gor agahiyên herî dawî di encama binavbûna teknê de hejmera penaberên mirî derkete 25an û 18 kes jî hatin xelaskirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Ewlekariya Qeraqê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin tekneya penaberan a ku doh di derdora seat 11.55an de li nêzî Dîdîma Aydinê binavbû de  25 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî hatin xelaskirin.

Her wiha hat ragihandin di nava kesên  ku jiyana xwe ji dest dane û hatine xelaskirin de zarok û zêç jî hene.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.