Helbesta Victor Hugo ji bo Hz. Mûhemmed (as) Nivîsandîye

Victor Marie Hugo di 26ê Sibata 1802an de li Fransayê ji dayik bû. Di 22'ê Gulana 1885'an de li Parîsê mir. Nivîskar û ramanwerê Fransî yê mezin.

Victor Hugo yek ji wan nivîskaran e ku bi jiyana xwe ya dirêj, bi jêhatîbûna xwe ya bilind, bi ramanên hêja yên li ser mirovahî û mirovatiyê û bi berhemên xwe yên bi hêz mohra xwe li sedsala 19an hiştiye. Hugoyê ku di berhemên wî de lîrîzîm ke xurt dihewîne, bi piranî mijarên wekî evîn, dilovaniya bavîtiyê, mirin, çarenûsa mirovan, azadî, ji belengazan re dilovan be, pîroziya kedê, xemgînî û şahiya jiyanê û Wî cîh da mijarên wekî hebûna Xwedê, ku tevahiya gerdûnê dihewîne.

Di berhema nivîskarê navdar ê Fransî Victor Hugo de, "La Légende des Siècles (Efsaneya Sedsalan)" de, ku wî di sala 1855an de dema ku li sirgûnê bû, dest bi nivîsandinê kir, ku behsa dîrok û pêşkeftina mirovahiyê dike û hîn jî berdewam e, yekane destana rastîn a Fransayê tê hesibandin. Di vê destanê de; derheqê Allah, Îslam, ayetên Quranê û Ji ser Hz. Mûhemmed (as) sed salan ve tê zanîn ku gelek helbestên wî hene.

Di pêşgotina berhema "Hugo" de, ku yek ji berhemên herî cidî yên vê dawiyê li ser Victor Hugo hatiye nivîsandin û ji aliyê lêkolînerê edebî yê navdar Henri Guillemin ve hatiye îmzekirin, ev gotinên Hugo cih digirin: "Je m'ignore ; je suis pour moi-même voilé, DIEU seul sait qui je suis et comment je me nomme: Ez jî nikarim xwe nas bikim; Ez ji xwe re xerîb im, tenê Xwedê dizane ez kî me û navê min çi ye."

Nivîskar diyar dike ku her du kur û neviyên Hugo nehatine waftîz kirin û ne li gorî adetên xiristiyanan hatine definkirin, her wiha di gelek beşên pirtûkê de wî timî li mala xwe bi dizî îbadet kiriye. Ev rewş û naverok, hûrgilî û çîroka ku di helbesta “Mahomet” de hatiye vegotin, faktorên herî mezin in ku Muslimantîya Hugo bi zimanekî bi nav dike. Beytên Victor Hugo wiha ne:

L'AN NEUF DE L'HEGIRE MAHOMET (SALA NEHÊ HÎCRÎ HZ.MUHAMMED)

Nuqutî bû dile wî ku wezîfa wî nêzîk bû

Metîn bû, lewm li kesî nedikir nediêşand

Silav li kesên ku di rê de didît dikir

Mîna ku ew her roj hinkîdijî pîr dibû

Lêbelê, di riha wî ya reş de tenê bîst tayê sipî hebûn

Sekinî û dem bi dem deveyên avê vedixwin temaşe dikir

Bi vî awayî dema ku deve diçêrand dihat bîra wî

Mîna ku wî Bihuşt dîtibe, eşqa îlahî dîtibe

Mîna ku ew bûye şahidê afirandina kaînatê

Eniya wî bilind bû, gepên wî bêqisûr, bêhempa bû

Birhê wî zirav, awirên wî manedar û tûj bûn.

Gerdena wî weka qirika şerbikê zîv bû

Ew hewa Nûh ku wek sirrê Tofanê zanibû pêre hebû

Ji yên ku dihatin ji bo şêwirdariya wî bi ‘edalet muamele dikir

Hineka îtiraf dikir, hineka jî dikenîyan û înkar dikirin

Bi bêdengî guhdarî dikir, ya herî dawî diaxivî ew

Dua û zikir qet ji devê wî kêm nedibû

Pir hindik dixwar, kevir dixist ser zikê xwe

Vala nedima, pezê xwe didot pê di awiqî

Li erdê rûdinişt û wî cilên xwe çêdikir

Êdî ne ciwan bû, hêza wî ya bere jî nemabû

Dîsa jî, wî ji her kesî zêdetir rojî digirt

Di şêst û sê salîya xwe de tayê wî girt

Kitêba pîroz Qur’anê, careke dinê dixwend

Paşê senceq teslîmî kurê Seîd kir

Ji wan re got: “Êdî dema çûndina ji nav we hat

Xwedê yek e, her tim di rêya wî de şer bike"

Ew xemgîn bû, di nerînên wî de, bi zorê ji welatê xwe

Mîna ku xemgîniya teyrekî pîr ku hatibû sirgûnkirin hebû

Dîsa di wextê xwe yê her roj de hat mizgeftê.

Yên ku tabi’ê ‘Elî jî li pey wî dihatin

Û ala pîroz di bayê de dihejiya

Wechê wî zerbûbû, zivirî û gazî qelebalixê kir;

“Ey gelî însana, ‘emir diqede, jiyan fanî ye

Em di tariyê de zerrekînin, Ew bilind e

Gelî mirovan, ji bilî Wî tu rêberê min tune

Bêyî Wî wê tu qedrê min tuneba"

Zatekî jê re got: Ey Siltanê heqîqî yê bawermendan!

Gava wan çawa li te guhdarî kir, her kesî ji gotina te bawer kir

Dema ku hûn ji dayik bûn, stêrkek li ezmên çêbû

Sê bircên qesra Kisrayê bi carekê hatin hilweşandin."

Wî jî Got: “Meleka li ser mirina min muzakere kirin;

Dem qediya, guhdarî bikin! Ger yek li dijî ji we

Ger min tiştek xelet kiribe bila derkeve pêşberî her kesî

Berî ku ez bimirim, bila niha were heyfa xwe hilîne;

Mi li kê xistîye bila ew jî li min bixe."

Û hêdîka çoyê xwe dirêjî kesên ku di wir re derbas dibûn kir.

Dê berdevam bike...

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.