(2) Helbesta Victor Hugo ji bo Hz. Mûhemmed (as) Nivîsandîye

Pîrekek pîr li ber devê derî pez diqusand

Ji wê re gazî kir got: "Xwedê alîkariyê te bike!"

Di nerînên Wî de xemgîniyek hebû, ew pir westiyayî bû

Ew pêfikirî bû; ji nişka ve got: “Bila her kes bibihîze!

Xwedê navê min qalkir! vê yekê piştrast bin

Ez mirovekî ji axê me, pêxemberê ji nurê me

Ez hatim dînê ku Îsa anî temam bikim

Sehabîyê min, ez kevirê sebrê me, Îsa ziman şêrîn bû

Lewra her şefeq mizgîniya hilatina rojê ye

Îsa berî min e, lê ew ne Xwedê û ne jî kurê wî ye

Ew ji Meryema bakire ku bêhna gulê dikişand ji dayik bû

Ji bîr nekin, ez jî mirovekî fanî ji goşt û hestîmê me

Ez ji xeynî herrîya hişk bû ye ne tiştekî din im;

Tiştekî ku li vê dinyayê nehatibe serê min nemaye;

Ji bo zehmetîyên ku min kişandine

heger rê hebûya, nikaribû deyağ bikira

Ji zilm û îşkenceyê ev bedena min gelek kişandîye

Û eger heqê her gunehekî em bikin

Ger heşeratik tirsgiran hebûya, ew gora tarî

Wê li me teng bike, bike dojeh wêderê

Dîsa û dîsa çermê wan nû dibe ehle dojehê

Û kurm dîsa hemû laşê wan dikojin

Herweha, ew gelek caran diqedin û tê vejînê

Dema cezayên xwe dikişînin, dîsa huzûrê dibine

Ez meydana mutewazî ya şerên pîroz im

Carinan wek efendîyekî, carna jî wek xulamim

Gotina min wek qûm û bîrên çolê ye

Ger peyvek min ditirsîne, ya din mizgînî ye

Gelî bawermendan! Hûn dibînin ez çi dikişînim!

Min bigire dijî xwe, mirovan bixapîne û dîsa delaletê.

Ew îblîsên tirsda ên ku dixwazin kaş bikin

Min hewl da ku asteng bikim, min ew destên qirêj girêdan

Pir caran, mîna Yaqûb, di tariyê de

Min bi kesên ku min nedîtine re şer kir û rawestiyam

Lê însana bi taybetî xwestin min bikujin

Li hember min her tim kîn û çavnebariya wan hebû

Lê min tu carî dev ji doza xwe ya heq berneda

Min bi wan re şer kir, lê ji tu kesî ez ne rehidîm

Li seranserê şer: min digot "Bila ew bikin!"

Min dixwest ez bibim yekane yê ku di xwînê de birîndar bûye

Bila hemû li min bixin, ew şixwe nasekinin

Lewra di destê wan ê rastê de Heyv, di destê wan ê çepê de Rojê

Ger min bida jî, dijminên min qet dev jê bernedidan

Lêbelê ew ê di vê rêwîtiya dijwar de dîsa êrîşî min bikira

Lê çi dibe bila bibe, min paşve gav neavêt

Lewra min çil sal ji bo vê doza pîroz şer kir

Vaye, min bi vî awayî ‘emrek axirê qedand

Niha ez diçim ba Xwedê, min dinya li pey xwe hişt

Çawa Greka Hermès, Cihûyan jî Levî

Piştgirî dan wan, we jî qet min neterikand

Ev derdên ku we kişandine bê guman dê bi dawî bibin

Helbet wê di vê şeva sar û xalî de roj derkeve

Gelî bawermenda, ji Wî tucarî bêhêvî nebin.

Çimkî ewê çiyayên Kronnega kiriye hêlîna şêr

Derya bi mirwaran, tarîtîyê jî bi stêrkan

Xwedayê xemilandîye, bêguman wê we jî neke tengasiyê

Paşê lê zêde kir: "Bi Wî bawer bikin û teslîm bibin."

Cihê wan ên ku bawer nakin, lê înkar jî nakin

Dîwarê ku bihuşt û dojehê ji hev vediqetîne

Dilê wan reş bûye, guneh tenê karê wan e;

Dibe ku tu kes bi tevahî bêguneh nebe

Lê hewl bidin ku Xwedê we ceza neke

limêj bikin, bila hemû ‘ezayên we bighêjin erdê

Lewra ku ew agirê dojehê yê bêtehemûl bitenê

Ew bedena ku ji bo Wî nekeve erde dişewitîne

Ew dinya tarî bi esmanê şîn vedike

Ji mêvana hez bikin, durustbin, bi ‘edalet hukum bikin

Ji bo we her cure n’îmet li qata Wî ya mezin heye

Hespên zînê bi zêr ji boy heft ezmanan derbas bibin

Û ‘erebeyên bilez ên ku birûska li dawîyê dihêlin

Horîyê paqij in, her dem ter û teze û dilgeş in

Her yek ji wan di koşkên ku ji mirwaran hatine çêkirin rûniştine

Dojeh li benda ehlê agir e, wey li wan!

Ewê pêlavên êgir hebin û gava ew li xwe bikin

Germahiya wan dê mejiyê wan mîna di qazana de bikelînin

Ehlê cennetê jî, ewê pir dilgeş û serbilind be."

Demekê sekinî û şîret li wan kir ku her dem bi hêvî bin

Paşê bi gavên giran meşa xwe domand

Paşê: “Ey gelî însana! ez gazî we dikim

Wext saet tije bû, ez diçim ‘alemekî ebedî

Belkî ev hevdîtina me ya dawîn bi we re be, lez bikin

Her kesê ku min nas dike bera were û cara dawî guhdarî bike

Ger min xeletiyek kiribe, bila li rûyê min bêjin”

Qelebalixê bêdeng rast û çep vekir û rê da

Çû û riha xwe li Bîra Abufleya şuşt

Yekî sê dîrhem jê xwest, wî derxist û da yê

Û Wî got "Niha, ji hiştina di gorê de çêtir e,"

Çavên her kesî wek çavên kevokan dibiriqîn

Ji wî însanê bilind re ku her dem li wan xwedî derdikeve,

Xelk digiriyan; bi wî re çûn heta mala Wî

Gelek kes bêyî ku çavekî bibire li wir sekinîn

Tevahiya şevê li derve li ser keviran derbas kir

Û serê sibehê, gava fêm kir ku roj gewrbûye

Ji Ebûbekir re got: “Êdî ez nikarim rabim

Pirtûkê bi xwe re bibe û tu nimêjê biki kirin"

Xanima wî Aîşe jî wê demê li pişt civatê bû

Ebûbekir dixwend, Mûhemmed guhdar dikir

Axir ayetên ku dixwendin hêdîka diqedand

Dema ku Wî dua û zikir dikir, her kes digirîya

Û Melekê Mirinê derket hat ber êvarê

Destûr jê xwest, “ez dikarim werim hundir”

wî got: "Bera were" Mîna roja yekem li cîhanê vebû

Çavên wî dibiriqîn û dîsa dibişirî,

Û Melek jê re got: "Xwedê li benda te ye."

"Bi dilxweşî" Wî got. cênîkên wî wiha lerizîn

Demekê lêvên wî li hev ketin û ruhê xwe teslîm kir.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.