“Helepçe, nîşana mezlumiyeta herî mezin e”
Bi minasebeta Qetlîama Helepçeyê STKyan daxuyanî dan û di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku Helepçe, nîşana mezlumiyeta herî mezin e. Ji ber vê yekê divê ku Kurd ji Qetlîama Helepçê êbret hilînin.
STKyên ku karûbarên xwe bi rêve dibin bi minasebeta Qetlîama Helepçê ya 28 emîn rojevê nirxandin û diyar kirin ku Helepçe, nîşana mezlumiyeta herî mezin e. Êşa vê qetlîamê hêj jî di dilan de wek qetlîamek nûye.
Nûnerên STKyan bal kişandin ku pêwîst e ku Kurd ji Qetlîama Helepçê êbret hilînin. Her wiha nûneran belav kirin kesên ku ferman Qetlîama Helepçê dane îro jî proje û planên xwe yên li ser Kurdan didomînin.
Serokê Şaxa Agiriyê ya Cemîyeta Mustez’efan M. Alî Ortaç diyar kir ku Qetlîama Helepçê di dîrokê de wek qetlîamek mezin cî girtiye. Ortaç diyar kir ku Amerîka û dewletên Rojhilatê şirîkê vê qetlîamê ne.
“Seddamê zalim vê qetlîamê ji bo seltenata xwe ya 3 salî kir”
M. Alî Ortaç diyar kir ku Kurdên dîndar bi şiklekî wehşîyane tên qetilkirin. Dûvre Ortaç axavtina xwe wiha domand: “Rastî Qetlîama Helepçê di dîrokê de wek qetlîamek mezin cî girtiye. Li wir bi hezaran Kurdên dîndar bi şiklekî wehşîyane hatin qetilkirin. Şirîkên vê qetlîamê jî Seddamê zalim û hevparên wî yên dijminê Îslamê Amerîka û Ewrûpa ne. Seddamê zalim ji vê yekê xêr nedît. Li wê derê Kurdên ku bi şiklekî mezlûmane hatin şehîdkirin û çûn ser dilovaniya xwe. Seddamê zalim jî ji bo seltenata xwe vê zilmê kir. 3 sal piştê vê zilmê Seddamê ku hevsarê wî di destê Amerîka û dewletê Ewrûpayê de bû ji teref heman dewletan ve dewleta wî hat îşqalkirin û wî ji vê seltenatê xêr nedît. Seddamê zalim vê qetlîamê ji bo seltenata xwe ya 3 salî kir. Qey dihêja vê yekê ku te vê zilmê kir? Em bang li hemî zaliman dikin; ev zilmên ku hûn dikin nahêje ji bo berdewama seltenata we. Lewra seltenat û meqamên we baqî nînin. Hûn jî meqam û seltenatên we jî fanî ne.”
“Divê ku Kurd ji Helepçê êbret hilînin”
Ortaç destnîşan kir divê ku Kurd ji Helepçê êbret hilînin. Dûvre Ortaç axavtina xwe wiha domand: “Mixabin koç kirin, hîcret, penahberî para mislimanên Kurd ketiye. Îro jî di Kurdistana Tirkîyê de Kurdên misliman mane di nabeyna du agiran de û ji ber ku ji her du aliyan ve li Kurdên misliman êrîş tê kirin gel ji cî û warên xwe bû, malên gel hat şewitandin. Dîsa koç kirin, hîcret, penahberî para mislimanên Kurd ket. Kurd bi piştgiriya Amerîka û dewletên Ewrûpayê hatin qetilkirin. Îro jî li Kurdistana Tirkiyê neheqî tên kirin û însan tên kuştin. Em bi bawer in zilmên ku îro li Kurdistana Tirkiyê pêk tê bi piştgiriya Amerîka, Ûris û dewletên Ewrûpayê pêk tê. Wek her derê dinê divê ku mislimanên Kurd ji vê yekê êbretekê wiha ji xwe re hilînin; Amerîka, Ewrûpa û Ûris dost û yarên me nînin. Misliman dost û yarên me ne.”
“Hewara zaliman tune”
Rêvebirê Rehber-Derê Ahmet Çevîk jî belengaziya Helepçê nirxand û her wiha diyar kir ku zalim ji bo meqam û seltenata xwe rûmet û qîmetê nadin belengazan.
Dûvre Ahmet Çelîk axavtina xwe wiha domand: “Di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helepçê em dikarin bibêjin ku di rojekê de hêvî, xeyal û jiyan serûbîn bû. Bê guman Helepçe da nîşanê me ku zalim tu wext rûmet û qîmetê nadin can, mal, xwîn, xeyal û hêviya mislimanan. Belengaziyekê Helepçê ya herî mezin ew e ku xelkê Helepçê jî teref kesekê wek misliman dihat zanîn ve bi kimyasalê hat qetilkirin.”
“Helepçe, nîşana mezlumiyeta herî mezin e”
Çevîk diyar kir dema ku Rojava dixweze çek an jî dermanekê biceribîne vê li ser mislimanan pêk tînê. Dûvre Çevîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belkê gelek qetlîamên wekê Qetlîama Helepçê qewimiye. Lê Helepçe bê alî bû. Terefdarê tu derê nebû. Di gelvê yekê xelkê Helepçê qetilkirin. Ji ber vê yekê Helepçe, nîşana mezlumiyeta herî mezin e. Em vê yekê jî dizanin dema ku Rojava dixweze çek an jî dermanekê biceribîne vê li ser mislimanan pêk tînê.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.