Helwesta HUDA-PARê li ser êrişên DAIŞê yên li dijî Başûr

Helwesta HUDA-PARê li ser êrişên DAIŞê yên li dijî Başûr

Helwesta HUDA-PARê li ser êrişên DAIŞê yên li dijî Başûr

Partiya Doza Azad, bi navekî din HUDA-PAR, êrişên DAIŞê yên li ser kurdan û Şingalê bi tundî şermezar kir.

Êrişên DAIŞê yên li hemberî başûrê Kurdistanê li ser rojeva Bakurê Kurdistanê bandoreke mezin kir.

HUDA-PARê diyar kir ku êrişên DAIŞê yên li hemberî pêşmergeyan nayê qebûlkirin û wiha ragihand: “DAIŞ  ji xeynî xwe tI fikrî qebûl nake û her kesî “tekfîr” dike. Bi awayeke zordest êrIşî fikr û baweriyên cuda dike û ev yek jî ne di çarçoveya referansên îslamî de ye.”

Cigîrê Serokê HUDA-PAR'ê Husên Yilmaz ji Rûdawê re got: ''Fiîliyata DAiŞê ne li gorî efala îslamî ne. Yanî, kuştina zorok û jinan, revandina mirovan ne li gorî kirîterên îslamî ne. Di heman demê de jî êrişkirina fikr û baweriyên cuda jî şaş e û em vê yekê şermezar dikin.''

Hûda-Par dide zanîn ku çi misilman çi nemisilman kuştina kesên sivîl û bêguneh li dijî çanda îslamê ye...

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.