Her roj nêzîkî 200 penaberên Rojava ji Bakur û Tirkiyeyê vedigerin welatê xwe
Her roj nêzîkî 200 penaberên Rojava ji Bakur û Tirkiyeyê vedigerin welatê xwe
Li deriyê sînorî yê Dirbêsiyê (Rojava)-Qoserê (Bakur) re rojane bi sedan kes ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedigerin Rojavayê Kurdistanê. Tê gotin, di mehekê de 6 hezar kes vedigerin Rojava.
Rêveberiya deriyê sînorî yê Dirbêsiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku her roj nêzîkî 200 kesî ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedigerin Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî agahiyên rêveberê deriyê Dirbêsiyê, di nava mehekê de nêzîkî 6 hezar penaberên Rojava vedigerin.
Vegera penaberên Rojava di demekê de ye ku li çend navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî lêdan û astengiyan ji aliyê xelkê ve hatine û li gellek navçeyan daxwaza derxistina wan penaberan hatiye kirin.
Li aliyê din, Encumena Yasadanînê ya Kantona Cizîrê, projeyasaya gumrikê pesend kir, bi vê yekê jî dê ji niha û pêde gumrik ji her kelûpelekê ku derbasî Rojava bibe yan ji Rojavayê Kurdistanê derkeve, bê standin.
Tê zanîn, deriyê bajarê Dirbêsiyê tenê li pêşiya xelkên Sûriyê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe, vekirî ye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.