Herikandina ava kanalîzasyonê ji Çemê Êlihê re bû sedema bertekan

Herikandina ava kanalîzasyonê ji Çemê Êlihê re bû sedema bertekan

Her weke ku tê zanîn qanala ku qala wî tê kirin berî niha bûbû sedema mirin û birîndabûna gelek kesan ku hat hînbûn ava qanalîzasyonê ya vê robarê berî ku bê paqijkirin ji Çemê Êlihê re tê herikandin.Ev yek jî bû sedema bertekan.

Qanala ku berî niha kesê bi navê Mahsum Yaprak tê de jiyana xwe ji dest dabû hêj jî xetere li derdora xwe belav dike.Robara ku bi qala xetereyan hatibû rojevê  vêcar jî bi behseke din hate rojevê ku tê îddîakirin ava robarê berî ku bê paqijkirin li ser Çemê Êlihê re tê herikandin.Herikandina vê ava kanalîzasyonê bû sedem ku xelk bertek nîşan bide.

Me hewl da ji kesên rayedar di derbarê mijarê de agahîyan werbigirin lê hewldanên me bê encam man û her wiha nîştecihên taxê jî ji rewşê re bertek nîşan dan.

Ji ber ku ji teref Îdareya Taybet a  Bajêr, DSÎ û ji teref  BASKîyê ve di derbarê mijarê de tu agahî nehatin dayîn ev yek di hişan de gelek pirsnîşanan hişt.

 “Em ji vir bang li kesên hawirparêz dikin”

Yûsif Yildizê Batmanî ji ber ku ji pirsgirêkan re tu çareserî nayên dîtin ji rewşê re bertek nîşan da û wiha axivî: “Ava kanalîzasyonê yê ku ji robarê diherike berî ku bê paqijkirin li ser Çemê Êlihê re tê herikandin.Bi sazkirina tesîsekê ji bona paqijkirina avê dikarin qirêjbûna hawirê astengî bikin.Em naxwazin ev avên pîs û qirêj tevlî avên paqij bibin.Berî niha lawê cîranekî me di robarê de xeniqî.Em ji vir bang him li rayedaran û him jî li hawirparêzan dikin.Bila ji qirêjahî û reziltiyê re bibêjin êdî bese.”

Hemwelatiyekî din ê bi navê Hasan Basût jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimên û wiha axivî: “Ava kanalîzasyonê ya ku ji vê robarê derbas dibe berî ku bê paqijkirin ji Çêmê Êlihê re tê herikandin.Divê li vê derê tesîseke paqijkirinê bê sazkirin.Bila kesên rayedar ji vê re çareyekê bibînin.”

Her weke ku wê bê bîran qenal bi xebera me ya binavê ‘Cûya bê bariyer can stand’ hatibû rojevê.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.