Hesen Turabî wefat kir

Hesen Turabî wefat kir

Rêberê Partiya Kongreya Xelk yê Sûdanê Hesen Turabî ji ber êşa qelb li Hartûma paytexta Sûdanê jiyana xwe ji dest da.

Hesen el-Turabiyê ku him ji rêberên Îslamê û him jî Rêberê Partiya Kongreya Xelk yê Sûdanê bû ji ber qrîza qelb li Hartûmê li nexweşxanê di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hesen el-Turabiyê ku di sala 1932an de li bajêra Kassalaya Sudanê ji dayik bû bi qasî ku di dîroka Sûdanê de ciheke girîng girtibe jî bi heman awayî digel fikr û ramanên xwe di nava ummeta Îslamê de jî xwediyê cihekê girîng bû.Turabiyê ku xeza Îxwanûl Muslîmun dişopand li Sûdanê siyasetmedarekî tesîrdar bû.

Turabiyê ku ji ber fikr û ramanên xwe bênavbir dihat girtin û wî diavêtin zindanan di derheqê Emrîka da diyar kiribû ku ‘Emrîka şeytanê ku hatiye wicûdê ye.’

Turabiyê ku demekê li Îngilîstan û Fransayê perwerdehiya hiqûqê dîtiye  dewrekî di nava sefên Îxvana Sûdanê de cihê xwe girt û dûvre Cepheya Millî ya Îslamî saz kir.Turabî ji sala 1970an pê ve wek teorîsyenekî ku tesîrî li temamê hereketên îslamî kiriye dihat nasîn û teosrîsyenê Şoreşa Selameta Mîllî ya ku di sala 1989an de li Sûdanê çêbû bû.

Turabî nêzî 12 sala di girtîgehê de ma.Dost û hevalên wî her çi qas jê xwestibûn  da ku dev ji siyasete berde û  mutefekkîrbûna xwe şekil bide dewletê ew qet van teklîfan qebûl nekir.Turabiyê ku gelek berhemê wî hene him nava welêt û him jî derveyê welêt hat taqîpkirin.Turabiyê ku bi nasnameya xwe hiqûqî derdikeve pêş li gelek welatên Îslamî di nava xebatên makeqanûnê de cih girtiye.(İLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.