Hevdîtina Hollande Û Barzanî

Hevdîtina Hollande Û Barzanî

Serokcimhûrê Fransayê Françoîs Hollande çû Herêma Kurdistanê û bi serokê herêmê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Herêma Kurdistanê nexasim petrola herêmê, tim li ser bala welatên ğerbê ye. Welatên ku sîlehên xwe yên kîmyewî ji Seddamê zalim û dîktator re dişandin ji bo li ber kurdan bên bikaranîn, niha piştgirîyê didin herêmê.

Serokcimhûrê Fransayê François Hollande çû herêmê. Hollande li firogehê ji aliyê serokê herêmê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Barzanî û Hollande piştrê hevdîtinek pêk anîn û piştî civîna medyayê serokcimhûrê Fransayê îfade kir ku wê li hember Daîşê desteka xwe ya ji herêmê û penaberên wê re bidomînin.

Serokê Herêmê Barzanî jî îfade kir ku ziyareta serokcimhûrê Fransayê ya li Kurdistanê girîng e.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.