Hevdîtinên John Kerry
Amerîka ji bo ku welatên mislumanan tevî nav planên xwe yên îşgalkirina erda muslumanan bike, hewl û hevdîtinên xwe didomîne. wezîrê karên derve John Kerry piştî Beğda, Hewlêr û Cîddeyê hat Tirkiyê û bi serokên Tirkiyê re hevdîtin pêk anîn.
Amerîkaya îşgalker û hamîya Îsraîla rejîma terorê, dixwaze welatên muslumanan tevî nav plana xwe ya îşgalkirina erda muslumanan bike. Ji lew hevdîtinan pêk tîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, piştî têkiliyên li Beğda, Hewlêr û Cîddeya Erebistanê hat Tirkiyê, ewilî bi wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoğlu re hevdîtin pêk anî. Paşê bi Serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan û Serokwezîr Ahmet Davutoğlu re hate cem hev.
Hevdîtina bi serokcimhûr Erdoğan re nêzî 2 saet û nîvan, a bi serokwezîr Davûtoğlu re jî saetek û 45 deqîqeyan dewam kir. Di hevdîtinan de bi piranî li ser hedîseyên li herêmê, mucadela li ber DAÎŞê hate sekinandin. Hat îfadekirin ku der barê piştgirî dayîna dijberên Sûriyê de qirara hevpar hatiye dayîn.
Wezîrê Amerîkayê John Kerry piştî serdana xwe ya Bexdayê çûbû Herêma Kurdistanê û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîbûn.
Hat ragihandin ku wê Erdoğan piştî civîna Kerry serdaneke fermî li Qetarê bike û bi Emîrê Qetarê re were ba hev û fikrên Tirkiyeyê yên der barê DAİŞê de pêşkêşê wî bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.