Hevpeymanîya Ereban ji gelê Yemenê 643 kes qetilkirin

Hevpeymanîya Ereban ji gelê Yemenê 643 kes qetilkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê eşkere kir ku li Yêmenê ji 19ê adarê vir da 643 kes bi êrişên Hevpeymaniya Ereban hatin qetilkirin û 2 hezar û 226 kes jî birîndar bûn.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku bi piştgirîya dagirkerê Emrîka û bi pêşengîya rejima Siûd Hevpeymaniya Ereban li Yemenê ji 19 adarê vir da heta niha 643 kesê bê suç û bi guneh bi êrişan hatin qetilkirin û 2 hezar û 226 kes jî birîndar kirin.

Di daxuyaniya Ofêsa Cenewreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin ku li Aden û El-Daleyê erêşên dijwar yên Hevpeymaniya Ereban didomê.

Wek tê zanîn ligel tevgera gel cemaata Hûsiyan paytext Sena û hin bajarên Yemenê bidest xistîbûn.

Serokomar Hadî bangî Yekîtiya Ereban û civaka navneteweyî kir ku bila destdirêjîya leşkerî bikin. Hevpeymanîya ku bi piştirîya dagirkerê Êmrîka û  bi pêşengîya rejima Siûdî dike di 26ê adarê da li dijî Hûsiyan erîş da destpêkir.

Di navbera Hûsiyan û Hevpeymanîya Ereban de pevçûn hêj jî dewam dikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.