Hevserê kal û pîr ê ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hatin definkirin

Hevserê kal û pîr ê ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hatin definkirin

MÊRDÎN - Li navçeya Midyada Mêrdînê hevserê kal û pîr ê ku doh di êrîşa ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin hat definkirin.

Li navçeya Midyada Mêrdînê hevserê kal û pîr Bekîr Sayan (61) û Hayriye Sayan (59) ên ku doh di êrîşa ku ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin hat definkirin.

Îro ji bo kesên ku doh di êrîşa navçeya Midyada Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn di hewşa Qonaxa Hikûmetê de bername hat lidarxistin. Piştî bernamê hevserê kal û pîr a Sayan bibin gêndê wan ê bi navê Tinatê (Kutlubey) .

Qeymeqamê Midyadê Oguzhan Bîngol, Miftiyê navçeya Midyadê Mehmet Şafî Bîlîk, xizmên hevserê û gelê Midyadê beşdarê cinazê bûn. Hevser di nav şîn û girîn hat binaxkirin.

Ji nişteciyê Gundê Tinatê Cemîl Ugurlu destnîşan kir ku ev hevser ji bo dîtina lawê xwe yê ku li navçeya Midyadê di girtîgehê de ye çûbûn navçeyê.

Pîrekek a ku navê xwe neda wiha axivî: “Ew gelek însanên baş bûn. Zirarê wan nedigahaşt tu kesî. Wan li paş qîzek û 4 lawên xwe hiştin. Ciyê wan cinet bibe înşaellah.” (ÎLKHA)

 











 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.