Hevserokên ku ji kolana çalan re deng dernexistin hatin binçavkirin

Hevserokên ku ji kolana çalan re deng dernexistin hatin binçavkirin

Hevserokên DBPyî yên Şaredariya navçeya Dêrikê yên ku ji kolana çalan re deng dernexistin hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê  di nava wan de Hevserokên Şaredariya DBPyî Sebahat Çetîn Kaya  û Abdulkerîm Erdem  jî hebûn tevde 6 kes hatin binçavkirin.

Her weke ku tê zanîn berî vê 4 rojan li navçeya Dêrika Mêrdînê kesên PKKyî bi mekineyên kar ên şaredarîyê li gelek taxan çal û kort kolabûn û gelek barîkat danîbûn.

Di operasyonên ku doh di wextên şeveqê de hatin kirin de Hevserokên Şaredariya DBPyî Sebahat Çetîn Kaya  û Abdulkerîm Erdem  , arîkarê serok Murat Ozuçalişir, endamên meclîsa şaredarîyê yên bi navê Yaşar Acabey û Mustafa Kutlar û personelê şaredarîyê yê bi navê Ekrem Koyuncu hatin binçavkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.