Hewaya germ herî zêde li wan tê

Hewaya germ herî zêde li wan tê

Sebzeyên ziwakirinê ên ku di demsala zivistanê de bên xwarin li Êlihê di bin germahîya 40 pileyî de tênê amadekirin.

Germahîya zêde hinek hilberîneran bi xerabî tesîrdar dike, lê ev rewş mirovên ku ziwakirina sebzeyan dikin kêfxweş dike.

Sebzeyên wek îsot, belîcan û firîngê yên ku li Êlihê di bin germahîya 40 pileyî de bi emegên zêde tênê amadekirin, ji gelek bajarên Tirkîyeyê re tênê şîyandin.

Sebzeyên ku ji tovan tênê paqijkirin ji bena re tênê rêzkirin û di meydanên vala de di bin tavê de tên hişkkirin.

Sebzeyên ku ziwa dibin paşê tên firotan.

Tahîr Fîdanê ku karê ziwakirinê dike ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ku karê wan yê ziwakirinê heta orteya meha Cotmehê berdewam dike.

“Karkerên me yên ku di malan de dixebitin hene”

Fîdanê ku diyar kir ew sebzeyên xwe ji halên Êlih, Edene û Mêrsînê distînin weha got, “Lê niha ji ber ku fîyetên îsotê zêdeye me standina îsotan daye sekinandin û me giranîya xwe daye li ser belîcanan. Em sebzeyan distînin. Di xanîyên ku li Taxê ne de karkerên me hene. Em her carî ji malên karkerên xwe re 300 kîlo, 500 kîlo an jî tonekî sebze dişînin. Paşê karkerên me wan sebzeyan li ben ve dixin û em jî ji wan distînin li avê dixin û dûre tînin li vê derê û ziwa dikin. Piştî ku ziwa dibin em vê carê jî wan dibin depoyên xwe.”

“Em 15 çeşît sebze ziwa dikin”

Fîdanê ku bal kişand ku ew sebzeyên ku ziwa dikin bi tevî Stenbolê li gelek bajarên Tirkîyeyê re difroşin, wî diyar kir ku ew ê îsal jî nêzê 600 ton sebzeyên ziwakirî çêbikin.

Fîdan dûre weha berdewam kir, “Em li vê derê sebzeyên wek kundir, firingî, belîcan, îsotên dolmelix û yên dinê 15 çeşîdan ziwa dikin. Em sebzeyên xwe yên ku di meha havînê de ziwa dikin di mehên zivistanê de hem li Stenbol hem jî li bajarên dinê difroşin. Bi vê şeklê em kargoyê jî bikartînin. Em ê îsal qasî 600 tonî sebzeyan ziwa bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.