Hewlêr bi yepraxan dixwaze biçe Guinness
Hewlêr bi yepraxan dixwaze biçe Guinness
Hejmarek xwendekaran karîn mezintirîn yeprax amade bikin û dixwazin bi vê rêyê navê Hewlêr bikeve Kitêba Guinness a Rekoran.
Îro xwendekarên dibistana Medya ya li taxa Bextiyarî ya Hewlêrê xwestin mezintirîn dolme amade bikin da bi çêkirna vê xwarinê navê bajarê Hewlêrê bikeve nav Kitêba Guinnes a Rekoran. Armanceka wan a din jî ew bû ku wê xwarinê bighînin xwendekarên kampa Kewirgoskê.
Ew yeprax ji aliyê xwendekaran ve hatibûn amadekirin, her xwendekarekî beroşek dolme-yeprax anîbûn, hemû dixistin cihekî 4 bi 4 metreyan ku têra hemû xwendekarên Kewirgoskê dikir ku hejmara wan zêdeyî 1500 xendekar e.
Hêjayê gotinê ye kampa Kewirgoskê dikeve bakurê bajarê Hewlêrê nêzîkê nehyeya Eynkawa, ew kamp ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye vekirin û li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî, di warê xizmetê de yek ji baştirîn kampa koçberan e.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.