Hêzên Esed û Rûsyayê zordariyê dikin da ku xelk koç bike

Hêzên Esed û Rûsyayê zordariyê dikin da ku xelk koç bike

Hêzên Rûsyayê ji hewayê yên Esed jî ji erdê êrîşên xwe yên li ser Azeza Helebê zêde kirin da ku xelkê heremê koç bike.

Hêzên Rûsyayê ji hewayê yên Esed jî ji erdê  êrîşên xwe yên li ser Azeza Helebê zêde kirin  da ku xelkê heremê koç bike. Ji ber van zext û zoradariyên hêzên Rûsya û Esed xelk perîşan û şerpeze bû.Ji ber êrîşên ku tên kirin bi deh hezaran kes  war û cihên xwe terk dikin û hatin deriyê Babûl Selamê.

Xelkê Sûriyê yên ku koç kirine ev bû çend roj ku li sînora Kîlîsê di nava naçariyê de radiwestin û li benda vekirina derîyên sînorên Tirkiyê ne.Di derbarê mijarê de tê îddîakirin ku Tirkiye dê derîyên sînoran ji penaberan re veneke.Kesên penaber a niha di çadirên ku di navbera sînora Sûriye û Tirkîyê hatine vedan de tên sekinandin.Li deriyê sînor hat dîtin gelek dapîrên ku nikaribûn li ser pêyan bisekinin bi erebokên destan an jî di nava bataniyan de ji teref hinek kesan ve hatine anîn.

Hat diyarkirin nêzî 40 hezarî koçber li deriyê sînorê di nava naçariyê de disekinin.Hinek koçberên ku em bi wan re di derbarê mijarê de axivîn diyar kirin ji ber ku hêzên Esed bi ber gundê wan ve hatine ew ji naçarî gundê xwe terk kirine.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.