Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve Şingal dorpêç kirine

Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve Şingal dorpêç kirine

Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve Şingal dorpêç kirine

Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve bajarokê Şingalê girtine û çekdarên DAÎŞê jî di nava malan de şer dikin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Şingalê ragihand ku, hêzeke mezin ji Pêşmerge derdora bajarokê Şingalê ji sê aliyan ve dorpêç kiriye, çekdarên DAÎŞê çûne nav malên li navenda Şingalê û li wê de şer dikin.

Fermandarekî Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya şer bi rêya telefonê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Pêşmerge niha di pêşengiyê de ne ber bi bajarokê Şingalê ve. Leşkerên taybet ê Gulan bi çekên giran li pêşe di êrîşa Hêzên Pêşmerge li ser çekdarên DAÎŞê li Şingalê.”

Herwiha li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêf ve, niha Pêşmerge di pêşengiyê de ne.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.