"Hikûmet zilma ku li misilmanan tê kirin nabîne"

"Hikûmet zilma ku li misilmanan tê kirin nabîne"

Cezayên ku li Edeneyê ji endam û dildarên komeleyên îslamî re hatîye dayîn re bertekeke dijwar ji teref arîkarê serokê Cemîyeta Mûstezafan a şaxa Edene Îsa Emre ve hat dayîn.

Cezayên ku li Edeneyê ji endam û dildarên komeleyên îslamî re hatîye dayîn re bertekeke dijwar ji teref  arîkarê serokê Cemîyeta Mûstezafan a şaxa Edene Îsa Emre ve hat dayîn. Emre got: Him di bin pirsiyarîya polis de him jî di pirsiyarîya dozger de pirsen ku ji me hat kirin berî niha hatibûn amade kirin.

Emre  di daxuyanîya çapamenîyê de da zanîn ku: “Li Tirkîyeyê edelet her tim li gor kesan tê guhartin. Hikûmet tenê dema ku zilûm lê tê kirin dike hawar hawar.”

Îsa Emre daxuyanîya xwe ya medyayî wiha domand: Gelek komeleyên mîna Îhya Der a Xarpêtê, Vahdet Der a Semsûrê, Çagri Der a Qahtayê û komeleyên li bajarên cûr bi cûr  ji xebatên komeleyê yên ku misilmanan kirine tên darizandin. Ji van kesan hin ji wan ceza xwarine hin ji wan jî  cezayên wan li dadgeha bilind li benda erê kirinêye.

Emre her wiha ragihand: “ Heke hikûmet wan kesên Balyozvan, Ergenekonvanîyan dibîne û wan  ji girtîgehê derdixin û  heke zilma ku li misilmanan tê kirin  nabîne ev zilm e.”

Emre wiha dawî li daxuyanîya xwe anî :“Me bi Rebbê xwe îman anîye.Tiştên ku jê werin li ser sera û ser çavan. Me 34 salan li derveyî welat jîyaye, em bi vî awayî jî 4 salan di hepse de bijîn.”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.