Hikûmeta Nû Ya Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê, 9 meh piştî hilbijartinan bi tevlîbûna hemû partiyên li meclîsê hikûmeta nû hat avakirin.
Wezîfedarê avakirina hikûmetê Nêçîrvan Barzanî, lîsteya ku ji 19 wezîran pêk dihat ji bo dengdayînê pêşkêşî meclisê kir û 111 parlementerên di meclisê de beşdarî dengdayînê bûn.
Piştî dengdayînê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubat Talabanî û wezîran sond xwarin. Sînan Çelebiyê ku wek Wezîrê Edaletê hat hilbijartin, metna sondxwarinê him bi kurdî û him jî bi tirkî xwend.
Hemû partiyên ku di meclisê de parlementerên wan hene beşdarî hikûmetê bûn. Tevgera Goran, Partiya Yekgirtoya Îslamî ya ku xwediyê 10 parlementeran e, Partiya Komela Îslamî ya ku xwediyê 6 parlementeran e û kêmnetewan cih girtin. Di kabîneya 8emîn de hemû partî û komên kêmnetewan bi wezîran tên temsilkirin.
Tirkmenên ku berê Wezareta Ticaret û Pîşesaziyê di destê wan de bû, îcar Wezareta Edaletê bi dest xistin. Partiyên tirkmenan ên ku di meclisê de bi 5 parlementeran tên temsilkirin, Sînan Çelebî wek Wezîrê Edaletê hilbijartin.
Di hikûmeta nû de hinek wezîfedar ev in:
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubat Talabanî, Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Qadir, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncar, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hewramî, Wezîrê Edaletê Sînan Çelebî.
Hilbijartinên giştî yên li Kurdistanê di 12ê îlona 2013an da hatibûn kirin.
Di kabîneya heftem de, Tevgera Goran û her du partiyên îslamî, oposîzyon bûn, lê niha di vê kabîneya nû de beşdar in. Hin kes ditirsin ku nebûna muxalefete aktîf, tesîreke nerênî li ser karê hikûmetê bike.
Kabîneya heştem di demekê de hatiye avakirin ku Iraq di krîzeke ewlekarî û siyasî de dijî û gelek pirsgerêkin ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hîn bêçareserî ne.
Ev cara yekê ye ku partiyên berê muxalefet bûn, niha tevlî hikûmetê dibin. Xelk bi hêvîyê ye ku ev yek tesîreke erênî li ser jiyana wan a rojane û xizmetguzariyên hikûmetê bike
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.