Hikûmeta nû ya Iraqê li Parlementoyê hat erêkirin
Parlementoya Iraqê bi 177 dengan bernameya hikûmeta nû ya Iraqê ya Heyder Ebadî erê kir.
Parlementoya Iraqê bi 177 dengan bernameya hikûmeta nû ya Iraqê ya Heyder Ebadî erê kir.
Dr. Musenna Emin, Parlementerê kurd li Bexdayê ji Rûdawê re ragihand ku, wan wek kurd dengê xwe bo erêkirina bernameya hikûmeta Ebadî nedane.
Heyder Ebadî ku bo damezrandina hikûmeta nû hatibû erkdarkirin di Parlementoya Iraqê de got, ew di warê îdarî de şoreşek pêkaniye û dest bi avakirina hikûmeteke nemerkezî dikin.
Ebadî her wiha got, ewê gavek zûtir kêşeyên navbera xwe û Herêma Kurdistanê çareser bikin.
Heyder Ebadî anî ziman ku, ewê gavek zûtir kêşeyên xwe û navbera Hewlêrê çareser bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.