Hikûmeta Sudanê hat feshkirin
Serokê dewleta Sudanê Omer Beşîr hikûmeta Sûdanê fesh kir.
Omer Beşîr ê ku di hilbijartina nîsana borî hatibû kirin de ji sedî 94 ray standibû, hikûmet fesh kir.
Li gor ku ajansa xeberan a fermî ya Sûdanê ragihandîye, Omer Beşîr karê 7 alîkarîyên xwe jî betal kiriye.
Duh li meclîsê ji Serokê Dewleta Sûdanê Omer Beşîr a ku di hilbijartinên nîsanê de ji sedî 94 ray girtibû re merasîma sondxwarinê hatibû li dar xistin.
Beşîr di merasîma sondxwarinê de diyar kir ku ew ê tu cudakarîye neke.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.