Hilberînerên fistiqan endîşedar in ku dê hişkî çêbe
RİHA - Ji ber ku hewa germ e hişkî heye û av kêm e. Ji ber vê yekê hilberînerên fistiqan endîşedar in ku dê ev hişkî zirarê bide wan.
Ji ber ku li Bêrecûka Rihayê ava bin erdê ziwa bûye di rekollteya berhevkirina mehsûlan de kêmasî heye. Ev yek jî hilberîneran endîşedar dike.
Ahmet Yeşîlbaşê ku hilberîner e û karê fistiqê dike diyar kir ji ber ku hişkî heye ew wek cotkar endîşedar in. Yeşîlbaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber kêmasiya baranê gelemperê mehsûlên me şewitîne. Min 3 caran ji bo derxistina avê erd veda. Di vedana ewil a 87 mêtreyê de 11 deqîqe av herikî. Di vedana duyemîn de ava ku herikî ziwa bû. Herî dawî min 4 meh berî di kûrahiya 120 mêtreyê de erd vedabû. Ji wî bîrê nêzî saetekî av herikî. Me hewl da ku em bi tankêran av bidin lê kafî nebû.”
Yeşîlbaş bal kişand ku ev pirsgirêk bes bi Bêrecûkê sînordar nîne. Dûvre Yeşîlbaş wiha pê de çû: “Li Entab û Belkîsê (Nîzîp) ev pirsgirêk heye. Lê ji ber ku hewa li vir germtir e û baran kêmtir dibare li Bêrecûkê ev pirsgirêk mezintir e.”
“Ji ber ku avdanî bi şiklekî nezan hatiye kirin ava bin erdê heta 80-100 mêtreyan ketiye”
Yşîlbaş wiha axavtina xwe domand: “Rewşa darên fistiqan ên nuha bes vî salê bandordar nake. Karagozên ku wek qonax û merheleya fistiqan a herî ewil tê hesibandin hemî şewitiye. Mehsûlên sala dê were jî bi xeterê re rû bi rû maye. Ji ber ku şilî kêm e kesên ku dewlemend in û bîrên wan bi bereket in rêbaz û metodên wek parzûnkirinê bikartînin û bi vê yekê pirsgirêka xwe çareser dikin. . cotkarên ku av di zeviyên wan de tune nîvê mehsûlên wan şewitiye. Ji ber ku avdanî bi şiklekî nezan hatiye kirin ava bin erdê heta 80-100 mêtreyan ketiye.”
“Dibe ku em darên fistiqan bibirin û di şûna darên fistiqan de darên din danin”
Yeşîlbaş destnîşan kir ku li Deşta Çukurovayê giringiyê didin projeya avdaniyê. Yeşîlbaş wiha ragihand: “Navçeya Bêrecûka Rihayê ji bo fistiqên Entabê wekê embar e. Tê diyaarkirin ku di derbarê vî wraê de proje hene. Lê ev 6 sal e ku bes ev proje tê gotin. Înşaella ev proje dê pêk were. Nexwe dibe ku em darên fistiqan bibirin û di şûna darên fistiqan de darên din danin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.