Hilbijartina Lîbyayê
Piştî 50 Salan, Ji Bo Meclîsa Mîllî, Hilbijartin Pêk Hat
Xelqê Lîbyayê, ji bo ku Meclîsa mîllî avabike, îro çûn ser sindoqan.
Hilbijartin, li gor saeta herêmê, di 8ê sibê de destpê kir û wê heya 8ê şevê dewam bike. Piştî qedandina îqtîdara Kadafî, rengê Lîbya bi ber xweşiyê ve diguhere. Ji bo avakirina Meclîsa Sazker, 120 jê serbiwxe 200 parlementer wê were hilbijartin.
Tê gotin ku partiya ‘Edalet û bipêşketin, di hilbijartinê de xurtir xuyaye.
Meclîs, wê di rûniştina ewîl de, serokê Meclîsê hilbijêrine. Di meha ewil de jî Serokwezîr û Komîsyona esasî, tê hilbijêrîn. Ji aliyê din ve Komîsyon, di hûndirê 120 rojan de jî, wê qanûna esasî, amade bike. Hinek lêkolîner diyar dikin ku piştî hilbijartinê, dibe ku qanûna esasî li gor hukmê şerîetê bê ava kirin.
Nifûsa Lîbyayê nêzî 7 mîlyon e. Jê 2 mîlyon û 865 hezar kes di hilbijartinê de, rayê didin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.