Hilweşîna Li Ğezzeyê

Hilweşîna Li Ğezzeyê

Hilweşîna ku Îsraîla rejîma terorê li Ğezzeyê pêk anîye, ji asmanî ve jî hat belgekirin. Di êrîşên sîyonîstan de herî zêde mehela Şûcaîyeyê xera bûye.

Hilweşîna ku Îsraîla melûn li Ğezzeyê di 51 rojê de pêk aniye, ji asmanî ve jî hat qeydkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Avakirinê ya Filistînê, di êrîşên Îsraîla siyonîst de 16 hezar û 800 xanî û dikan yekser xera bûne, 35 hezar xanî jî qismî zerar dîtine. Dîsa li gorî daneyan li Ğezzeyê 360 tesîsên sanayî yekser xera û bêkêr bûne.

Li aliyê din pisporên îmhakirina bombeyê yên aydîyê Wezareta Karên Hundir ya Filistînê, roketên ku bi ser Ğezzeyê de hatine barandin û ne teqiyane û bi qasî 5 hezar tonan hene îmha kirin.

Berî niha di 13ê Tebaxê de di heyama îmhakirina roketekê de teqîn pêk hatibû û di hedîseyê de yek jê Îtalyan 2 rojnameger û 3 kesên din can dabûn.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.