
Sizden Gelenler
Hinariya Gulîstana Sûsa…
Xweda celle celaluhu ji me ra emr û beyan kiriye gotiye: “Sist nebin mehzun nebin eger hun mumin bin hunê ê bilind bin ê ser bin.” Devam dike ayet dibê “Heger we îro eziyetin dîtine (hun birîndar bûne yan hun şehîd bûne) neyarê we jî eziyet dîtine (birîndar bûne hatine kuştin).”
“Em wan roja di nava însane da bedel dikin (dugeherînin carna ğalîbiyetê em didine muslumana, carna jî em didine kafira).”
“Ji bo Xweda mumina û ne mumina (kî îman anîye, kî îman ne aniye) ji hev nas bike” “Hem ji bo Xweda şehîda ji we bigre (carna Xweda keysa kafira li we tîne hineka ji we şehîd dikin)”
Şehîd yanî şahid… Roja qiyametê ji bo şahidê muslumana hebin, Xweda carna keysa kafir û munafiqa li muslumana tîne hinek ji wan şehîd dikin. Ji bo Xweda fedakarîya mumina, fedakarîya dostê xwe û ewlîya ê xwe û heq kirina wa yê nesret û cennetê bide îsbat kirin ji ‘alemê re, şehîda ji wan digre. Lewra ji îsbatê re delîleke ji xwînê û ji şehîda mezintir û bê î’tîraztir tuneye. Ji bo wexta Xwedayê te’ala dostê xwe û ewliya ê xwe bêxe cenneta xwe û kafir û zalim û munafiqa bavêje cehennema xwe î’tîraz neyê Xweda. Lewra li ba însan ji rih, ji dê û bav, ji bira, ji kûr, ji mêr, ji jinê, ji dost û eqruba şêrîntir û qiymettir tune. Ê ku vana teva di ber Xwedê da dikaribe bide û dabe, ji neyarê wî netirsîyabe, hukmê neyarê wî qebul nekirbe, hukmê wî qebul kiribe, serê xwe ji neyarê wî re netewandibe, serê xwe jê re tewandibe, jê re çûbe secdê ‘ezemeta wî naskiribe, ‘acizî û nekarîya neyarê Xwedê fêm kiribe, ji xwedê hezkiribe, tiştê li balê ji her tiştî bi qiymettir di ber da feda kiribe, xwîn di ber da dabe û rijandibe hetta Xweda wî bêxe cenneta xwe û ew zalim û kafir û munafiqên ku bi ‘eksa wî zidda wî kirine, bi ser nî’met û qencîyê ku Xweda li wan kiriye, Xweda wan bavêje cehennema xwe kes nikaribe bêje zilm e. Belkî wê herkes ê bêje heqqê wan ew e.
Xweda hez ji zalima nake ku vê firseta zahirî dide wan. Belkî Xweda hez ji mumina dike wê hedya bi qiymet, hedya şehîdîyê dide wan. Hem ji bo Xweda gunhê mumina bişo paqij bike û kafira mihu bike wê meğlubîyeta zahirî dide mumina û ew firset û ğalibîyeta ha dide kafira, ji bo ‘efu kirina gunhê mumina û ji bo îmha û qelandina kafira.
Tiştek weke xwînê gunhê mumina paqij nake. Lewra xwîn ji her tiştî bêtir delalete li ser sadiqîya xwedyê xwe dike. Ummeteka ku di ber xwedê de xwînê bide û birjîne, xwîn dan û xwîn rijandina wî delîleke ku ew ummet di de’wa Xweda da rast e, şek û şubhe di rastiya wê de namîne. Ji bo wê Xwedayê te’ala gunehê wê ummetê paqij dike. Hem weqta Xweda şehîda ji mumina dide dilê mumina diêşe, di neyartîya neyarê xwedê de zêdetir dijdin, ji dil û can dixebitin û bi wan re şer û ceng dikin. Ew jî dibe sebebê îmha kirina kafira û ğalîbiyeta paşî ji muslumana re.
Wê cînayeta kafira û xayîna û êw ğalibiyeta wanê zahirî û dil êşandina me li ser wan birayê meyî şehîd di wê qetliam û cînayeta mezin de, qetlî’ama camiya Sûsa, bu sebebê jidandina me di neyartîya neyarê Xwedê de û bu sebebê mihu kirina wan û bu sebebê alîkarîya Xweda ji me re… Û înşaallah gunhê gelek musulmanê dilê wan li ser wan şehîda êşiyaye ‘efu buye.
Roja qetlî’ama camîya Sûsayê rojeke zehf mezin û bi dil êş bu. Musîbeteke zehf giran bu. Tu carî emê wê rojê jibîr nekin. Ew mehzunîyet, ew mezlûmîyet, ew perîşanîya di wê rojê de nayê ji bîr kirin. Pazde heb musluman di wê camîyê de qetlî’am bun, ê şehîd bubun şixwe şehîd bubun. Ê birîndar kesê êw birîndar bibira doqtor tunebu. Ne ‘erebek hebû ne şofêrek hebû, ne pirs û pirsiyarek hebû… Wan birîndara yeko yeko di nav xwîna xwe da can didan… Kesî alîkarîyek, kesî yardimek neda me, merhebatîyek selamek neda me. Kesî te’zîyek dilxweşîyek neda me… Di wê rojê de vê dunya ha tevî em bi tenê hiştin. Ê neyar şixwe neyar bû, ê kû ne neyar bû jî tirsa neyarê xwedê di qelbê wan de cî girtibû. Wiha teva bi hev re li wê menzerê temaşe dikirin. Ji Xweda pêve kesî me tunebû û ji Wî pêve kesî xweyîtî li me nekir û dest navête me. Wê rojê ez di ber camîyê de derbas dibûm. Şixwe çar teref girîn bû… Ya zaroka, ya zilama, ya pîreka… Lê dîqqeta nezera min zarokeke qîzîn kişand. ‘Umrê wê hê negahabû çar sala. Xwe dabû ber dîwarekî digirîya, sitêrkê wê dihatine xwar û di ber xwe da dilorand û ev merş digo: “Ji bo zalimê xwîn xwarî bijî cehennem” Digot û jê têr nedibû û tekrar dikir. Qet’î! Ew xeberdan Xweda avîtibû devê wê qîzikê û pê dida gotin, nexo ‘umrê wê qîzikê ne ê gotina wê xeberdanê bû. Girîn û xeberdana wê qîzikê pir li min têsîr kir, ez wê rojê û girîn û xeberdana wê qîzikê jibîr nakim heta ez sağ bim. Min hingî ev ayeta han li ser defnê xwend, ji bo sebr û tesellîyê. Ayeta: “Sist nebin, mehzûn nebin. Eger hun mumin bin hunê ê bilind bin ê ser bin.”
Divê ew rojê qetli’amê û ew rojê mey teng bêne bîra me. Û ew tenêbûna mey hingî, û ew mezlûmîyeta me, û ew mehrûmîyeta me, û ew mustez’efîya me, û ew hindikbûna me di nav neyarê ne serî û ne binî de, weke pêxember û sehabîyê wî, di Mekkehê de. Em ditirsîyan kû kafir me ji binî hilînin. Divê ew ro bê bîra me da ku em baş şukrê vê ğalibîyeta van rojê îro bikin. Lewra Xweda celle celalûhû emir kirîye: Bi bîr anîya rojê tengîyê, di firehîyê de. Ji bo qiymeta rojê fire bê zanîn û şukrê wan bê kirin. Ji bo kû sehabî şukrê wê zafera xwedê daye wan piştî wan rojê tengîyê bikin Xweda ev ayet nazil kir: “Bi bîra xwe bînîn wexta kû hun hindik bûn, Mûsted’ef bûn di erdê de. Hun ditirsîyan kû kafir we ji bînî hilînin; ew çağ Xweda hun hewandin, ji we re cî çêkir û bi alîkarî û nesreta xwe we teqwîye kir.”
Sed hezar şukur ji Rebbê me re be; ku ev rojê ha dane me.
“Eger hun mumin bin, hunê ê ğalib bin hunê ê ser bin” Ev ğalibîyet û zafera li ser wan neyarê xwedê, yê murted û xayîn û munafiq, delalet dike, îsbat dike şekk û şubhê nahêle kû ev cema’eta ha ev cema’eta Muhammedî xwedyê îmaneke heqîqî û kamil e. Ji ber wê neyarê me û neyarê xwedê roj bi roj kêm bûn nizim bûn. Wek berfa tu bavêjî nava avê roj bi roj helîyan. Lê cema’eta îslamî, cema’eta Muhammedî roj bi roj bilind bû, zehf bû, ğalib bû dengê wê şerq û ğerbê ‘alemê tije kir… Xweda we’d û soza bi me ra dayî anî cî û îmana me û rastîya me bi dunyayê da îsbat kirin.
Gelî biraya! Rêke cennetê heye: rîya pêşîya ye, rîya enbîya a ye, rîya sûleha â ye, rîya sehabîya ye, rîya şehîda ye… Rîya cennetê eve gelî bira. Rebbê me ji pêxember û sehabîyê kîram re dibê heta weke wan pêxember û ummetê pêşî hun jî neyêne ezîyet kirin, şehîdkirin hema wiha bi reheti hun zen dikin hunê herne cennetê? Xweda alîkarîyê bide we? Rêke cennetê heye rîya pêşîya ye. Ew rê çîye? Xwarina “be-sa” û “derra” ye. Ezîyet, mûsîbet, tengayî, tiştê ne xweş, zerer, birîndarî, şehadet, xwîn, mal şewitandin, mal talan bûn, muhacir bûn, perîşanî, feqîrî, zulim, îftîra… Ev tev dikevîn bin “be-sa” û “derra” ê. Lewra ev tev însan diêşînin.
Hetta weka vir û îftîra qelbê mumina diêşînin, ewqas xencerê zalima qelbê mumina naêşînin. Xwedayê te’ala dibêje çewa îftîra li ummetê berê bûn wê li we jî bibin. Çewa ummetê berê birîndar bûn, hunê jî birîndar bibin. Çewa ummetê berê hatne girtin, ketne zîndana û ezîyet dîtin, hunê jî werne girtin, bikevine zîndana û ezîyetê bibînin. Çewa ew şehîd bûn hunê jî şehîd bibin. Hetta hun di wan îmtihana da derbas nebin zenn nekin kû hunê herne cennetê.
Îro elhemdulîllah, çewa ew tişt tev bi ser pêxemberê me û sehabîyê wî re derbas bûn, bi ser me re jî derbas bûn û hêjî derbas dibin. Çewa sebra wan hatibû ser qedandinê, sebra me jî hate ser qedandinê. Çewa wan bi xwedê de hawar kir, me jî hawar bi Xwedê de kir. Çewa Xweda nesret û alîkarî da wan, ew li ser neyarê wan ğalib anîn, Xweda nesret û alîkarî da me jî em jî li ser neyarê me ğalib anîn.
Heqîqeten em hatibûne dereceke wisa kû sebra me nemîne. Ewqas zordestî li me dehatine kirin; ji vira, ji îftîra, ji derewa, ji bê bextîya…
…Lê belê rebbê me em ğalib kirin. Roj bi roj zafer li ser zaferê, ğalibîyet li ser ğalibîyetê îro dide me elhemdulîllah. Em weke rojê aşîkar nesreta wî li ber çavê xwe bi xwe re dibînin. Îro ev cem’îyet û civînên me, weke pêlên behra, delîleke mezine kû Xwedayê te’ala ğalibîyet daye me. Dengê xizmeta Muslumana roj bi roj li şerq û ğerbê ‘alêmê bilind dibe. Ev alîkarîyeke rebbê me ye bi me re. Nesreteke weke rojê aşîkar e û ev delîlek û îsbateke qet’îye kû ev cema’et li ser heqqîyê ye… Şahid û îspata vê heqîyê jî bê şek şehîdên meyî ‘ezîz in. Em wan bi rehmet, bibîr tînin û domandina riya wan ji rebbê xwe dixwazin. (Ji “Hinarîya Li Gulîstana Sûsa”)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.