Hinek eskerên Tirkîyê ji Başîkayê vekişîyan

Hinek eskerên Tirkîyê ji Başîkayê vekişîyan

Hat ragihandin Tirkîye hinek eskerên xwe yên Kampa Başîkaya Musûlê vekişande bakurê Iraqê.

Berî niha malperên xeberan ên Iraqê îdîa kiribûn ku wê eskerên Tirkîyê ji Başîkaya Musûlê bên vekişandin.Lê belê hat hînbûn Tirkîyê ne temamê eskerên xwe hinekî ji wan vekişandîye bakurê Iraqê.

Vê şeveqê hat dîtin ji Başîkaya Musûlê eskerên Tirkîyê exlebeyê eskeran vedikişin.

Gelek TIRên ku ji Tirkîyê derbasî Kurdistana Başûr bûbûn derbasî Kampa Başîkayê bûn. Piştî hatine vê derê  berê xwe dan bakurê Iraqê.

Hat ragihandin konvoya ku ji Başîkayê vekişîyaye nêzî ji 10-12 wesayîta eskerîyê pêk tên.Her wiha temamên eskeran  ji kampê venekişîyane.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.