“Hinek welat naxwazin destekê bidin peymana penaberan”

“Hinek welat naxwazin destekê bidin peymana penaberan”

Hat ragihandin hinek welatên ku endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne naxwazin destekê bidin wê peyaman penaberan a ku bi Tirkîyê re hatiye kirin.

Kovara Spîegela Alman destnîşan kir hinek welatên ku endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne naxwazin destekê bidin wê peyaman penaberan a ku bi Tirkîyê re hatiye kirin û dixwazin ji wê peymana ku hatiye îmzekirin vekişin.

Berî vê 2 salan peymanek hatibû îmzekirin û di bergeha vê peymanê de dê welatên ku endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne dê 6 milyar euro bidana Tirkîyê. Yekîtîya Ewrûpayê di wan rojên dawî de bi daxuyanîya ku belav kiribûn destnîşan kiribû ku ew 3 milyar euro ya ku dê bê dayîn Tirkîyê tesdîq kirine.

Li gor xebera kovarê Almanya, Fransa, Îsweç, Avusturya, Danîmarka û Fînlandîya nameyek ji Komîsyona Ewrûpayê re şandin û xwestin ku 3 milyar euro ji budçeya Yekîtîya Ewrûpayê ji Tirkîyê re bê dayîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.