Hişyariya Hepatît B'yê: Nexweşiya ku bêdeng bi pêş dikeve dikare heta sîrozê biçe

Hişyariya Hepatît B'yê: Nexweşiya ku bêdeng bi pêş dikeve dikare heta sîrozê biçe

Pisporê Nexweşiyên Navxweyî (Dahiliye) Dr. Filiz Gündüzer bal kişand ser ku Hepatît B'ya ku bêdeng gefê li kezebê dixwe dikare bi salan bêyî ku ti nîşaniyan bide bi pêş bikeve.

Ji bo balê bikişînin ser Hepatît B'ya ku gefê li tenduristiya kezebê dixwe û di demên pêş de dikare bibe sedema nexweşiyên giran ên wekî sîroz û kansera kezebê, her sal 28ê Tîrmehê wekî "Roya Hepatîtê ya Cîhanê" tê bibîranîn. Pispor balê dikişînin ser ku nexweşî dikare demeke dirêj bêyî ku nîşaniyan bide bi pêş bikeve; girîngiya tespîta zû, şopandina birêkûpêk û derzîlêdanê (aşî) destnîşan dikin.

Pisporê Nexweşiyên Navxweyî (Daxiliye) Dr. Filiz Gündüzer derbarê Hepatît B'ya ku bandorê li kezebê dike û gava neyê tedawîkirin dikare bibe sedema olamên giran ên tenduristiyê yên wekî sîroz û kansera kezebê de daxuyanî dan. Gündüzer bal kişand ser rewşa nexweşiyê û destnîşan kir ku tespîta zû, derzîlêdan û şopandina birêkûpêk xwedî girîngiyeke jiyanî ne.

Gündüzer got: "Lê belê bi tespîta zû, şopandina birêkûpêk û tedawiya guncav ev xetere heta asteke mezin dikarin bên astengkirin. Li dijî Hepatît B'yê parastina bi derziyê mimkun e. Kesên ku di koma xetereyê de ne testan bikin û di rewşên hewce de zû dest bi tedawiyê bikin, hem ji bo tenduristiya wan bixwe hem jî ji bo tenduristiya civakê xwedî girîngiyeke mezin e."

Gündüzer diyar kir ku hepatît di tevna kezebê de bi iltîhabê tabloyeke giran ava dike û bal kişand ku enfeksiyon dikare bi salan bêyî ku ti nîşaniyan bide bi pêş bikeve.

"Mîlyonan kes bêyî ku agahdar bin ku di bedena wan de vîrusa hepatîtê heye dijîn"

Gündüzer anî ziman ku ji ber vê xisûsiyeta nexweşiyê di civakê de wekî "xetereya bêdeng" tê navkirin û wiha got: "Li seranserê cîhanê mîlyonan kes bêyî ku agahdar bin ku di bedena wan de vîrusa hepatîtê heye jiyana xwe dom dikin. Heta ku xerabûna li kezebê nagihîje astên bilind, dibe ku di nexweşên me de gilî û gazinceke diyarkirî dernekeve holê. Lê gava müdaxele neyê kirin, mixabin ev pêvajo dikare veguhere tabloyên xwedî xetereya jiyanî yên wekî sîroz û kansera kezebê. Dîsa jî bi tespîta di qonaxa zû de, şopandina klînîkî ya birêkûpêk û nêzîkatiyên tedawiya rast, bi tevahî mimkun e ku em pêşiya van komplîkasyonên giran bigirin."

"Çavkaniya bingehîn a hepatîtê vîrus in"

Gündüzer diyar kir ku agahiyên xelet û fêmkirinên şaş ên derbarê hepatîtê de serlêdana kesan a ji bo saziyên tenduristiyê dereng dixe û wiha got: "Ew fikra ku nexweşî tenê bi zerikê (sarilik) yan jî bi êşa kezebê nîşanî bide xelet e. Di beşeke mezin a vakayan de dibe ku ti gilî dernekeve holê. Çavkaniya bingehîn a hepatîtê vîrus in. Alkol ne tenê sedem e, lê belê zirara ku vîrusa heyî di kezebê de ava dike leztir dike. Dema ku Hepatît C îro bi tedawiyên dermanan ên modern bi rêjeyên serkeftinê yên bilind dikare bête başkirin, Hepatît B jî bi saya derziyên parastinê dikare di bin kontrolê de bête girtin. Her wiha her tespîta hepatîtê ya ku tê danîn nayê wê wateyê ku dê di kesî de teqez sîroz bi pêş bikeve."

"Çeka herî bihêz a li dijî enfeksiyona Hepatît B'yê derziyên ewle û bandorker in"

Gündüzer destnîşan kir ku sepandinên bijîşkiya parastinê û parêzbendiyê di tenduristiya kezebê de rola kîlît dilîzin û wiha axivî: "Çeka herî bihêz a ku li dijî enfeksiyona Hepatît B'yê di destê me de ye derziyên ewle û bandorker in. Bi taybetî welatiyên me yên ku di koma xetereyê de ne bêyî derengketinê testên xwe yên pênasînê bikin, rewşa parêzbendiya xwe kontrol bikin û di rewşên hewce de bêyî ku demê winda bikin dest bi tedawiyê bikin, hem ji bo tenduristiya wan a ferdî hem jî ji bo parastina tenduristiya civakê xwedî girîngiyeke krîtîk e. Kezeba xwe biparêzin; bibin xwedî agahî, testê bikin, derziya xwe bibin û derdora xwe jî di vê mijarê de teşwîq bikin. Em tenê dikarin bi hev re tevgeriyan paşerojeke bê hepatît ava bikin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.