Hişyariya krîtîk ji Pisporê Qardiyolojiyê Prof. Dr. Hasan Pekdemir: Bi zêdebûna germahiyê re xetereya krîza dil zêde dibe

Hişyariya krîtîk ji Pisporê Qardiyolojiyê Prof. Dr. Hasan Pekdemir: Bi zêdebûna germahiyê re xetereya krîza dil zêde dibe

Pisporê Qardiyolojiyê Prof. Dr. Hasan Pekdemir diyar kir ku divê nexweşên dil di hewayên germ de baldarbûneke mezin nîşan bidin.

Pisporê Qardiyolojiyê ê Navenda Tibê ya Turgut Özal a Zanîngeha İnönüyê Prof. Dr. Hasan Pekdemir, derbarê bandora hewayên zehf germ a li ser nexweşên dil, xetereyên giran ên ku dikarin çêbibin û tedbîrên ku divê nexweş di hewayên germ de bigirin de ji nûçegihanê İLKHAyê re daxuyaniyên girîng dan.

Prof. Dr. Pekdemir ê ku diyar kir hewayên germ bandoreke zêdetir li nexweşên ku nexweşiya damarên koroner, tansiyona bilind, têkneçûna dil, nexweşiya qapaxên dil, zêdebûna giran a zexta pişikê û nehevsengiya ritmê bi wan re heye dike; destnîşan kir ku bi zêdebûna germahiyê re xetereya krîza dil û mirina ji nîşkê ve jî bilind dibe.

“Bi zêdebûna germahiyê re xetereya krîza dil jî zêde dibe”

Prof. Dr. Pekdemir ê ku bal kişand ser bandora hewayên germ a li ser nexweşên dil, diyar kir ku bi zêdebûna germahiyê re di xetereya krîza dil û mirina ji nîşkê ve de zêdebûn dikare bête dîtin û weha got: "Bi taybetî bi zêdebûna germahiyê re di xetereya derbasakirina krîza dil de di her pileya (derece) santîgratê de rêjeyên mirinê, rêjeyên mirina ji nîşkê ve û rêjeyên derbasakirina krîza dil mîna sedî 2-3 zêde dibin."

Pekdemir ê ku anî ziman hewayên zehf germ di bedenê de dikarin bibin sedema windabûna giran a şilekê û êlektrolîtan, destnîşan kir ku ev rewş jî di nexweşên dil de dikare çendîn komplîkasyonan bi xwe re bîne.

Pekdemir ev îfade bi kar anîn: "Bi taybetî di hewayên germ de windabûna zehf a şilekê, dîsa bi bandora germahiya zêde xerabûna hevsengiya bedenê, ketina ji nîşkê ve ya tansiyonê, bi windabûna şilekê re tevlîheviya ku em jê re dibêjin dehîdratasyon (şilekwindabûn) û kêmboona herikbariya xwînê, dîsa bi windabûna şilekê û bandora germahiya zêde xerabûna giran a hevsengiya êlektrolîtan a di bedenê de; ev dikarin arîtmîyên giran, xirabbûna têkneçûna dil, bi taybetî girankirina rewşa nexweşên tansiyonê û zêdebûna krîzên dil bi xwe re bînin."

Hişyariya hewaya germ ji bo nexweşên dil

Pekdemir ê ku diyar kir divê nexweşên dil bi taybetî di saetên herî germ ên rojê de xwe ji sekinîna li binê rojê biparêzin, şîret kir ku ew heta ku ji dest tê di hawirdorên hênik de bimînin.

Pekdemir weha got: "Pêwîst e nexweşên bi vê cureyî bi giştî di hewayên germ de xwe di hawirdorên serên de biparêzin, bi taybetî nava rojê di saet di navbera 11.00 û 17.00an de pir di binê rojê de, di hawirdora zehf germ de nemînin, heke gengaz be karên xwe di derveyî van saetan de bikin. Bêyî ku hewce bibe, bêyî ku pir tî bibin jî divê avê vexwin û şilekê bistînin."

Lê belê Pekdemir vana jî tekez kir ku divê nexweşên ku têkneçûna dil bi wan re heye di vexwarina şilekê de baldar bin û diyar kir ku wergirtina zêde ya şilekê di hinek nexweşan de dikare têkneçûna dil giran bide kirin.

“Mirovên ku têkneçûna dil bi wan re heye divê bal bidin hevsengiya şilekê”

Pekdemir ê ku anî ziman divê bi taybetî kesên ku nehevsengiya giran a ritmê, hîpertansiyon, nexweşiya damarên koroner û têkneçûna dil bi wan re heye ji bandora hewayên germ werin parastin, weha peyivî: "Heta ku ne neçar bin, em şîret nakin ku ew di binê rojê de pir bimînin."

Pekdemir ê ku diyar kir di nexweşên ku têkneçûna dil bi wan re heye û dermanên zêde bi kar tînin de nehevsengiya êlektrolîtan girîngtir dibe, destnîşan kir ku bi hewayên zehf germ re windabûna şilekê dikare vê tabloyê hêj girantir bike.

Pekdemir ev îfade bi kar anîn: "Heke têkneçûna dil hebe, dîsa jî divê di hewayên zehf germ de bal bide hevsengiya şilekê. Zêde vexwarina avê hinek caran dikare bar girran bide ser nexweşên dil û nexweşên ku têkneçûna dil bi wan re heye, dikare têkneçûna dil zêde bike. Em ji nexweşên bi vê cureyî dixwazin ku hevsengiya şilekê ya ku distînin û derdixin biparêzin û hevsengiya xwe ya şilekê li gorî wê saz bikin."

Divê nexweşên ku krîza dil derbas kirine baldartir bin

Pekdemir ê ku tekez kir divê nexweşên ku di demên nêz de krîza dil derbas kirine û stent li wan hatiye xistin di hewayên germ de li dijî windabûna şilekê baldartir bin, diyar kir ku dehîdratasyon dikare xetereyên giran çêbike.

Pekdemir weha got: "Dîsa di nexweşên ku nexweşiya damarên koroner û tansiyona bilind bi wan re heye de dehîdratasyon pir girîng e. Heke nexweşek di demên nêz de krîza dil derbas kiribe, dema ku windabûna giran a şilekê çêbibe, ji ber ku giraniya xwînê dê zêde bibe, di tromboza stentan de, di xetembûna stentan a di cihê xwe de yan jî di peydabûna krîza dil de –wekî ku min berê jî anî ziman– weşan hene ku di her pileya santîgratê de rêjeya tetîklemeniya krîza dil sedî 2-3 zêde dibe."

Pekdemir ê ku diyar kir divê ev nexweş şileka ku bi xweydandanê winda dikin bi cih bînin, şîret kir ku bêyî ku li benda hesta tîbûnê bimînin, şileka bes bistînin.

“Nexweşên ku dermanan bi kar tînin divê di bin kontrola doktor de tevger bikin”

Pekdemir ê ku diyar kir di hewayên germ de divê bal bête kişandin ser dermanên mîzjen (idrar söktürücü) yên ku bi taybetî nexweşên têkneçûna dil bi kar tînin jî, destnîşan kir di serdemên ku windabûna şilekê zêde dibe de dibe ku hewce bike doza dermanan ji aliyê bijîşk ve ji nû ve bête nirxandin.

Pekdemir ev îfade bi kar anîn: "Pêşniyara me ji bo kesên ku dermanan bi kar tînin ev e; ji ber ku di hewayên germ de di kesên ku têkneçûna dil bi wan re heye de windabûna şilekê dê zêde bibe, divê dermanên mîzjen bi awayekî hevseng werin sazkirin. Hinek caran di hewayên zehf germ de kêmkirina doza wan dikare hewce bike. Ji bilî wê, di rutinên xwe yên asayî yên ekstra de berdewam bikin. Bes e ku ew şileka ku winda dikin di cih de dîsa bistînin."

“Heke êşa sîngê û bêhnçikîn derbas nebe serî li nexweşxaneyê bidin”

Pekdemir ê ku tekez kir divê hinek nîşaneyên ku piştî mayîna di bin hewaya germ de derdikevin holê cidî werin girtin, anî ziman ku êşa sîngê, bêhnçikîn û lêdana lezgîn a dil (çarpıntı) ya ku tevî bêhnvedan û wergirtina şilekê derbas nabe, hişyariyeke girîng e.

Pekdemir ev hişyarî da: "Dema nexweşek pir di bin hewaya germ de bimîne; heke êşa sîngê ya ku tevî bêhnvedanê, dibin sîyê de û wergirtina şilekê de derbas nabe, bêhnçikîn derbas nabe û lezgîn a dil wî yên derbas nabe hebin, piştî ku demeke diyar bêhna xwe veda û şilek stend jî heke ev rewş baştir nebin, bi taybetî jî heke daxistina tansiyonê û bêhalî û westînbûneke wusa ku ber bi windakirina hiş ve biçe çêbûbe, divê muheqeq serî li saziyeke tenduristiyê bide."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.