Hîzbûllah Tehdît Kir

Hîzbûllah Tehdît Kir

“Sîlehên Me, Karin Li Hemî Hedefên Li Seranserê Îsraîlê Bixin”

Serekê Hîzbûllah Seyyîd Hesen Nesrallah, bi wasîteya vîdeoyê xeberdanek kir, di xeberdana xwe de Îsraîl tehdît kir. Nesrallah diyar kir ku sîlehên wan,karin li hemî hedefê Îsraîl bixin.

Hesen Nesrallah, çavê Îsraîl tirsand û wiha got “Em kîjan deverê li seranser Îsraîl bixwazin, sîlehên me karin bêşaşîtî lê bixin. Eger herbek biqewime, di bedêla her malekê li Beyrûtê xera bibe, ewê li Îsraîl hedefek bê îmha kirin. Sîlehên me, ne li Telavîvê tenê, li seranser Îsraîl û Filîstîna îşgal buyî de, kîjan hedefê em bixwazin, dikare îmha bike.”

Wekî tê zanîn di herba 2006an de, Hîzbûllah nêzî 4 hezar fuze avêtibû Îsraîlê. Di herba 34 rojan de, 160 Îsraîlî hatibûn kuştin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.