HUDA PAR beşdarî tazîya Bahattîn Sevînîkê ku hatibû qetilkirin bû
Lijneya HUDA PARê beşdarî tazîya Bahattîn Sevînîkê dema ku di mala xwe de rûdinişt bûbû hedefa roketê bû.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Cizîra Şirnexê ji ber ku roket îsabetî mala Bahatttîn Sevînîk kiribû giran birîndar bûbû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser navê Navenda Giştî ya Partîya Doza Azad Endamê Lijneya Îdareya Giştî Şehzade Demîr , Serokê Navçeya Cizîrê ya HUDA PARê Ehmed Elçîn û endamên partîyê yên digel wî û lijneyeke ji endamên Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Cizîrê beşdarî tazîya Şêx Bahattîn Sevînîkê ku hatibû qetilkirin bûn.
Lijneya ku çûbû tazîya gora Şêx Bahattîn Sevînîk ziyaret kir.
Her weke ku tê zanîn di 6emîn roja qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de dema ku wesayîta polêsan ji taxa Nûrê derbas dibû kesên PKKyî êrîşî wesayîtê kiribûn.Di êrîşa roketavêjî de roketek jî îsabetî mala Şêx Bahattîn Sevînîk kiribû û birîndar bûbû.Sevînîkê ku birîndar bûbû û dema ku wî rakirin nexweşxanê ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dabû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.