HUDA PAR: Bila ji esnafê Sûrê mûçeyên ceyranê neyê sitandin

HUDA PAR: Bila ji esnafê Sûrê mûçeyên ceyranê neyê sitandin

DİYARBEKİR - Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê û lijneya pê re Midûrê Giştî yê Dîcle EDAŞê ziyaret kirin û di derbarê fatoreyên ceyranê yên ku zêde hatine birîn de agahî sitandin.

Ji ber ku fatoreyên esnafê Sûrê yên ku mexdûr bûbûn ji teref Dîcle EDAŞê ve zêde hatibû birîn esnaf bi fatoreyên xwe re Serokatiya Bajarê Diyarvekirê ya HUDA PARê ziyaret kirin.

Esnafê Sûrê yên mexdûr di derbarê pirsgirêkên xwe deagahî dan Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya pê re. Wan diyar kirin nêzê 5 meh e ku malên xwe terk kirine lê di gel vê yekê fatoreyên wan zêde hatiye. Ji ber vê yekê ew wek esnaf mexdûriyeta duyem dijîn.

Ji ber ku ev gazin hat kirin Tanrikulu û lijneya pê re midûrê DEDAŞê ziyaret kirin. Lijne, ji bo ku mexdûriyeta di derbarê fatoreyên ceyranê yên esnafê Sûrê de were têrkirin Midûrê Giştî yê Dîcle EDAŞê Murat Karaguzelî ziyaret kirin.

Di hevdîtina ku pêk hat de Tanrikulu di derbarê mexdûriyeta esnafê Sûrê de zanyarî da Karaguzelî. Tanrikulu destnîşankir heke di derbarê fatoreyên esnafê Sûrê de birêkûpêkkirinekê were kirin dê gelek baş bibe.

Tanrikulu diyar kir ku gelê Sûrê bes mexdûr bûye. Dûvre Tanrikulu axvtina xwe wiha domand: “Welatiyên me yên ku li navçeya Sûrê rûdiniştin ji ber pevçûnan malên xwe terk kirin. Kesên ku vedigerin malên xwe bi fatoreyên zêde re rû bi rû dimînin. Ji xwe ji derûnî û trewmaya pevçûnan hêj xelas nebûne. Dema ku ev yek jî bû gel zêdetir mexdûr bûn. Gelê me ji xwe zêde mexdûr bûye. Herkes dizane ku gelê me yê ku malên xwe terk kiriye ev qas ceyranê bikar neaniye. Em ji we dizwazin ku hûn deynê gelê Sûrê yê ku di pêvajoya şerê de mexdûr bûye ji wan nestînin.”

Midûrê Giştî yê Dîcle EDAŞê Murat Karaguzel diyar kir ji bo ku fatore ji nû ve werin kontrolkirin dê dest bi tahqîqatê bikin û di derbarê vê yekê de çi ji destê wan tê wê bikin.

Karaguzel diyar kir ku di dema pevçûnan de di hinekê taxan de ceyran nehatiye birîn. Dûvre Karaguzel axavtina xwe wiha domand: “Di pêvajoya şerê de ji xeynî 2-3 taxan ceyran di taxên din de nehatiye birîn. Ceyran hebû. Dibe ku sedema vê hatina vê fatoreyê zêde 5-6 mehên berê yên ku fatore nehatine razandin bibe. Lewra em di dema qedexeyê de li wan taxan nezivirîne. Ji ber vê yekê zêde hatiye. Ji bo ku sedema zêdehatina van fatoreyan were zanîn dê em dest bi tahqîqatê bikin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.