HUDA PAR birîndarên li Qoserê ne ziyaret kir

HUDA PAR birîndarên li Qoserê ne ziyaret kir

MÊRDÎN - HUDA PAR, siwîlên ku di encama êrîşa bombeyî ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat lidarxistin de birîndar bûbûn li nexweşxanê ziyaret kir.

Endamê GÎKê ya HUDA PARê Mahmut Kilinç, Serokê Bajarê Mêrdînê Şeyhmus Akman, Serokê Navçeya Qoserê Burhan Aydin û lijneya bi wan re siwîlên ku di encama êrîşa bombeyî ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat lidarxistin de birîndar bûbûn ziyaret kirin.

Mahmut Kilinç li nexweşxanê rewşa birîndaran pirsî, ji birîndaran re şîfa xwest û êrîşa ku hat lidarxistin bi şiklekî tund şermezar kir.

Kilinç destnîşan kir ev êrîşa ku hatiye lidarxistin bi tu wechê nayê qebûlkirin û di van rojên dawî de gelê Kurd bi jan û kovanên dijwar re rû bi rû maye.

Kilinç, piştî ku dema êrîşê ji şahidan guhdarî kir ji wan re şîfa xwest û ji malbata wan re jî temeniya sebrê kir. Her wiha Kilinç ji rêvebirên nexweşxanê di derheqê birîndaran de agahî sitand. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.