HUDA PAR Darulacezê ziyaret kir
Serokatîya Şaxên Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê ji ber minasebeta Hefteya Pîr û Kalan li Stenbolê Darulacezê ziyaret kir.
Munewwer Aktaşa Seroka Şaxê Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê û heyeta pê re pêkve ji ber minasebeta Hefteyta Pîr û Kalan Darulacezeya li Şîşlîya Stenbolê ziyaret kirin. Heyeta ku çû ziyaretê pirsa halê şênîyên Darulacezê kir û derd û kulên wan guhdar kir.
Heyet bi şikleke rûken û dilgerm ji teref şênîyên Darulacezê ve hat pêşîwazîkirin.
Piştî ziyareta ku hat kirin re Munewwer Aktaşa Seroka Şaxê Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê derbarê ziyareta ku hatiye kirin de nirxandinek kir û wiha axivî: Ev rewşa cihê ku pîr û kalên me mecbûr mane lê bimînin, dema ku însan vê yekê û rewşa malbata xwe ya li malê bi hev re muqayese dike divê gelek zêde li halê xwe şikir bike. Ev ziyaret vê yekê anî bîra me. Divê civak cih û sazîyên bi vî awayî ziyaret bike û rewşa wan însanên ku pêdivîya wan ji hezkirin û eleqê re heye bike. Ev yek deynê stûyê me hemîyan e .”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.