HUDA PAR di derbarê bûyerên heremê de daxuyanî da

HUDA PAR di derbarê bûyerên heremê de daxuyanî da

HUDA PAR di serî de di derbarê bûyerên Cizîrê û her wiha yên Silopî, Nisêbîn,Kerboran û Sûrê de daxuyanîyên girîng da.

“Ev bû heftîyek ji heremê û nexasim ji Cizîr, Silopî, Nisêbîn,Kerboran û Sûra ku lê pevçûn dijwar bûne agahîyên îxlalkirina can, mal û ewlehîyê ya xelkê him gihaştine ber destên me him jî di çapemenîyê de tên xuyakirin.

Her weke ku tê zanîn ji ber rêxistinê  pevçûn li navenda bajêran dijwar bûne û hêzên dewletê jî bênavbir operasyonan dikin ku ev her du tişt jî xelkê heremê gelekî aciz kiriye.Rêxistin li ber devê derîyan xendekan dikolin , barîkatan înşa dikin û her çi qas xwedîyên malê nerazîbin jî dikevine nava malên xelkê û wek mewzîyê bikar tînin.Bi vî awayî xelk jî dibe terafê şerekî ku naxweze. Ji ber vê yekê heta can dayînê mexdûrtî pêk tên.

Ji terefê me ve hat tesbîtkirin ku hêzên dewletê jî her çi qas rizaya xwedîyên xanîyan tunebe jî dikavin nava xanîyan û xanîyan wek qerargahê bi kar tînin.

Di vê bargehê de di 19.12.2015an de li taxa Nûra Cizîrê eskeran dest danîne li ser malên endamên me yên bi navê Xalîs û Muxlîs  Gozungu.Esker bi vî awayî mala van endamên me wek mewzîyan bi kar tînin.Hê jî di mala her du endamên me de esker hene û hêj pevçûn berdewam dikin.Ji ber ku li taxê qedexeya derketina derve berdewam dike û ji ber ku pevçûnên tund berdewam dikin endamên me nikarin ji malên xwe derkevin û biçin dereke bi ewlehî.Endamên me ji ber ku naçar mane û nikarin malên xwe terk bikin bûne hedefa berikan.Ev rewş endamên me dixe nava şereke ku jê re ne terefdar in û dibe sedema xetereya can û malên wan.

Me berî vê çendîn caran anîbû ziman  heger mimkûn be bila pevçûn bi dawî bibin heger ne minkun be bila pevçûnan derînin derveyî bajêran. Em vê banga xwe cardin dikin. Em dixwazin diyar bikin dixwazê bila rêxistin be dixwazê bila dewlet be, ferq nake tu kes nikare bi zorê têkeve nava malên xelkê ku ev yek îxlalkirina masunîyeta meskenan e.Em vê yekê qebûl nakin.

Ji bona ku zêdetir kesên siwîl can  nedin û mexdûrîyetinan din pêk neyên divê hêzên dewletê  demildest malên endamên me  terk bikin.Em cardin diyar dikin ku em xasasîyeta îslamî û însanî li ber çavan digirin û em vê helwest û tewrê şermezar dikin.Bi vî awayî em vê yekê bi raya giştî re parve dikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.