HUDA PAR di derheqê islah û îmarkirina Sûrê de raport weşand
Serokatiyê Bajarê Diyarbekir ê HUDA PARê di derbarê islah û îmarkirina Sûra ku lê operasyon bi dawî bûne de raport amede kir, raporta islah û îmarkirinê bi raya giştî re hat parvekirin.
Serokatiyê Bajêrê Diyarbekir ê HUDA PARê di derbarê islah û îmarkirina Sûra ku lê operasyon bi dawî bûne û ji ber pevçûnan gelek tahrîbat lê pêk hatine de raportek amede kir, raporta islah û îmarkirinê bi raya giştî hat parvekirin.
Serokê Bajêrê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şêxmûs Tanrikulu di avahîya partiyê de bi endamên çapameniyê re civînek li dar xist û di derbarê raporê de bi endamên çapemeniyê re agahiyan parve kir.Tanrikulu di civîna ku li dar xist de diyar kir ji bona mexdûrtiyên ku pêk hatine ji rastê werin hilanîn divê komîsyoneke ku tê de amîrên mulkî û sazîyên civatî yên siwîl ên ku li bajêr tesîrdar in hebin bê damizrandin.
Şêxmûs Tanrikulu di berdewama axavtina ku kir de diyar kir divê cihên mîna Sûrê têkevin nava çarçoveya bobelatê ku ev yek jî hewcitiya adalet û însanetîyê ye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber pevçûnên ku li navenda bajêr hatin kirin herî zêde xelk mexdûr bû.”
Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di her platformê de diyar kirine ew li dijî pevçûnan e û her wiha partîyên siyasî, sazîyên civatî yên siwîl û temamê rîspiyên heremê van şerên ku li navenda bajêran tên kirin rexne dikin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sedema vê tehrîbat û xerakirinê fanteziya şoreşa îdeolojîk ya PKK û rêxistinên çepgir in ku ev yek jî aşîkar e. Heta ji ber pevçûnên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn rêxistin hewl da ku ji aliyê rêxistinî ve fedê jê bigire û di vê çarçovê de destek û piştgiriya Emrîka û Rûsyayê stand û bi vî awayî xelkê kir hedef û wan da ber lûle û topan. Ev kiryara ku hatiye kirin ji vî xelkî re îxaneta herî mezin e.”
“Cihên mîna Sûrê divê texin nava bergeha bobelatê”
Tanrikulu di civîna ku li dar xist de di derbarê mijarê de diyar kir ew di tarîxên cûda de bi nîştecî û esnafê Sûrê re hatine bal hev û wiha pê de çû: “Hemû kes dizane dema ku li bajarên xerbê qezayên kar û bobelatên xwezayî pêk tên dewlet li wan çawa xwedî derdikeve û alîkariyê ji wan re dike. Ew tahrîbat û mexdûrîyeta ku li Sûrê ye bi van re nikare bê qiyaskirin. Ji ber vê yekê divê cihên mîna yên Sûrê texin nava bergeha bobêlatê ku ev yek jî ji adalet û însanetîyê ye.Her wiha amîrên mulkî, rayedarên sazîyên fermî û hêzên ewlehiyê divê li dijî xelkê mirovperwertir tevbigerin û di derbarê guhdarî kirina pirsgirêkan, çareserî û çareserîya pirsgirêkan de jî divê STK an jî hikûmetê agahdar bên kirin.
Dema gavên ku ji teref hikûmetê ve hatin avêtin ne bes bin divê tiştinan nû bên kirin û hewl bê dayîn da ku mexdûrtîya xelkê ji rastê bê rakirin.Divê alîkariya wê xelkê ku mexdûr bûye bê kirin û xaye tenê ji xelkê re kirina xizmetê be.
“Komisyoneke ku tê de amîrên mulkî yên mehelî û STK hebin bê damizrandin”
Tanrikulu di derbarê mijara ji rastê rakirina pirsgirêkan de jî wiha axivî: “Ji bona mexdûrtiyên xelkê me ji rastê bên rakirin divê komisyoneke ku tê de amîrên mulkî yên mehelî û STK hebin bê damizrandin.Bi damizrandina vê komisyonê divê pirsgirêkên xelkê zûtir bên çareserkirin û bi vî awayî divê pêşîya neheqî û bê adaletiyan bên girtin.”
Pevçûnên ku li navçeya Baglarê pêk hatine
Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de di derbarê pevçûnên ku pêk tên û qedexeya ku hatiye îlankirin de jî wiha axivî: “Rewşa Sûr, Farqîn, Cizîr, Dêrik û Nisêbînê di holê de ye. Gelo ew kes van deran azad kirin ku dest bi Kaynartepeyê kirin? Hemû kes vê dibîne. Kolana çalan û danîna barîkatan ji mexdûrtiyê pê ve tu tiştî nade xelkê. Her çiqas ev werin zanebin û ev xeletî werin gotin jî van bûyeran bi israr didin domandin ku ev yek jî zirarê pê ve tu tiştî nade xelkê me. Tiştên ku hatiye serê Sûrê di holê de ye.Heger van tiştan bînin serê Kaynartepê jî ev zilma herî mezin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.