HUDA PAR dikandarên Şemrex ziyaret kir
MÊRDÎN - Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmud Kilinç û heyeta partiyiyan a pê re li navçeya Çiyayê Maziya Mêrdînê dikandaran ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdar kir.
“Herema me van tiştan heq nake”
Kilinçê ku dikandaran geriya û pirsgirêkên wan guhdar kir di derbarê mexdûriyetan de wiha axivî: “Xelkê heremê gelek mexdûriyetên mezin jiya. Xelkê herema me vê zilmê heq nake.Em kêfxweş bûn ku xelkê Çiyayê Mazî beşdarî vê pêvajoyê nebû.Divê em her tim li pey wan tiştên rast û dirist ên ku tên kirin bisekinin ku em disekinin jî.Di pêvajoya vê sekinê de divê em li wî kesê ku vê tiştê rast dike nenêrin û li pey wî bisekinin.Ger ku tiştekî nebaş û xirap jî bê kirin divê em digel hevdû li ber wî re rabin.Em ê li ba mezlûman bin û li dijî zaliman jî dê bisekinin.”
Kilinç di berdewama axavtina xwe de qala teşebûsa darbê jî kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Înşaallah ev bûyer ji bo herema me ji bo Tirkiyê û ji bo alema Îslamê dê bibe wesîleya xêran. A niha çavên alema Îslamê li ser Tirkiyê ne û di nava hêviyeke mezin de ne da ku hêzên şer berteref bibin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.