HUDA PAR êrîşa Enqerê tel’în kir

HUDA PAR êrîşa Enqerê tel’în kir

Navenda Giştî ya HUDA PARê di derbarê êrîşa ku li Enqerê hat lidarxistin û bû sedema mirina 28 kes û birîndarbûna 61 kesan de daxuayniyekê nivîskî weşand.

HUDA PAR doh di derdora êvarê de li Enqerê êrîşa ku hat li darxistin û bû sedema mirina 28 kes û birîndarbûna 61 kesan de daxuayniyekê nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîş hat tel’în kirin dûvre wiha hat destnîşan kirin: “Em ji kesên ku mirine re ji Xwedê Teala rehmet û ji malbatên wan re jî ji Xwedê Teala daxwaziya serxweşiyê dikin.”

 “Bi van êrîşan re armanca wan ew e ku erdnîgarên Îslamê bê îstîqrar bikin”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin hewl didin ku hêzên emperyalîstên xerbî û welatên Îslamê û Mislimanan rû bi rû bihêlin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Hêzên şerê yên emperyalîstên xerbî û hevkarên wan li erdnîgarên Misliman di hişmendiya tûndî tûndiyê tîne de ne. Ji ber vê yekê hewl didin ku di herêm de sînûrên nû xêz bikin û Misliman û welatên Mislimanan  rû bi rû bihêlin. Bi van êrîşan re armanca wan ew e ku erdnîgarên Îslamê bê îstîqrar bikin.”

 “Ev çalaki bes ji anarşi û qaosê re xizmet dikin”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin hewl didin ku Tirkîyê wek Sûrî bikêşin nav şer. Ev çalakiyên ku tên lidar xistin jî bes ji anarşi û qaosê re xizmet dikin. Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diayar kirin: “Di bergeha hanê ya fêlbaz de me her tim diyar kir ku hewl didin ku Tirkîyê wek Sûrî bikêşin nav herbê. Bi kişandina şeran a di nav bajaran re eşkereye ku hewl didin vê yekê pêk bînin. Ev çalakiyên ku tên lidar xistin û bombeyên ku tên teqandin bes ji kaos û anarşiye re xizmet dikin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin pêwîst e ku ev êrîş ji her aliye ve were diyar kirin. Dûvre wiha hat diyar kirin: “Ji ber vê yekê em bang li gel dikin ku gel li hemberê van êrîşan de hişyar bibe. Bi şiklekê eqlê selîm hereket bikin û her wiha em bang li hikûmetê dikin ku hikûmet vê êrîşê ji her aliyê ve eşkere bike û ev bûyer were tehqîq kirin.”

Di daxuyaniya ku tê de êrîşger hatin tel’în kirin de herî dawî wiha hat destnîşankirin: “Kesa ku bê binasî yekî bikuje wek ku mirovahiyê kuştiye. Em dûbare dikin ku em ji kesên ku mirine re ji Xwedê Teala rehmet û ji malbatên wan re jî ji Xwedê Teala daxwaziya serxweşiyê dikin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.