HUDA PAR êrîşa li Beyogluyê tel’în kir

HUDA PAR êrîşa li Beyogluyê tel’în kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê di derbarê êrîşa xwekujî ya ku li Beyogluyê hat kirin de daxuyaniyek da û êrîşa ku hatiye kirin telîn kir.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin di êrîşê de 4 kes jiyana xwe ji dest dane û 36 kes jî birîndar bûne, dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Em ji malbatê kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re serxweşî û sebir û ji kesên birîndar jî şîfa dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin piştî êrîşên ku li rojhilata welat tên kirin hewl didin ku metropolan jî ji bombeyan re bixin hedef. Dûvre daxuyanî wiha hat destnîşankirin: “Divê bê zanîn ev hewl didin ku hizûr û aramiya gel xirab bikin, qaos û alozî derxin ku projeya hêzên emperyalîst pêk were. Derxistina holê yên van êrîş û êrîşkeran karê hikûmetê ye. Divê ku hikûmet van êrîş û êrîşkeran ji her aliyê ve eşkere bike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gava ku kesek yekî bikuje wekê ku mirovatiyê kuştiye. Dûvre daxuyanî wiha hat destnîşankirin: “Dema ku kesek yekî bikuje wekê ku mirovatiyê kuştiye. Em van kesên ku vê êrîşê kiriye û daye kirin tel’în dikin û carek din jî ji malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sebir û serxweşî dixwazin.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.