HUDA PAR ji êrîşa ku li Stenbolê hat kirin re bertekeke tund nîşan da

HUDA PAR ji êrîşa ku li Stenbolê hat kirin re bertekeke tund nîşan da

ENQERE - Navenda Giştî ya HUDA PARê bi daxuyaniyeke nivîskî ya ku da weşandin ji êrîşa ku doh êvarî li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hatibû kirin re bertekeke tund nîşan da.

Her weke ku tê zanîn doh êvarî li Balafirgeha Ataturka Stenbolê êrîşa xwekujiyê hatibû kirin û di vê êrîşê de 41 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Navenda Giştî ya HUDA PARê vê êrîşa ku hatiye kirin bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Ew êrîşa bombeyî û çekdarî ya ku doh li balafirgehê hat kirin êrîşa terorê ye. Em êrîşa ku hatiye kirin, yên ku vê êrîşa dane pêkirin û yên ku ji vê êrîşê tiştinan hêvî dikin bi şidet şermezar dikin. Em ji Xweda, ji bo wan însanên me yên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji malbatên wan re sebir û ji kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.”

 “Tu armancên li ser rûyê cîhanê ji heyata însanên masum  pîroztir nîne”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin bi vê êrîşê însanetî hatiye hedef girtin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ev êrîşa ku di vê meha mibarek de û nêzî fitarê hatiye kirin temamê însanetîyê hatiye hedefgirtin. Em vê êrîşa ku li balafirgehê hatiye kirin ku li vê derê ji her milet û baweriyê bi hezaran zarok, pîrek û êxtiyar ji bo seyahetê bikartîne, ya qabûlkirinê nabînin. Tu armancên li ser erda cîhanê ji heyata însanên masum pîroztir nîne. Ji kîjan dîn, ziman, netewê be ferq nake belesebeb kuştina însanekî/ê weke kuştina temamê însanetîyê ye.”

“Divê ji temamê cûrên terorê re helwesteke hevpar bê nîşandan”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ji kî tê bila bê ferq nake divê ji temamê cûrên terorê re helwesteke hevpar bê nîşandan û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Em wek HUDA PARa ku parastin û muhefezekirina dîn, can, mal, eqil û neslê xistiye navenda siyaseta xwe, em dibêjin ji her cûrê terorê re, ji kî tê bila bê ferq nake temamê wan êrîşên ku civakê hedef digire re helwesteke hevpar bê nîşandan û em bangê dikin da ku bi eqlê selîm û bi sukûnetê bê hereketkirin. Her wiha em bang li hikûmetê dikin da ku kesên ku vê êrîşê kirine, yên ku dane pêkirin û her wiha temamê mihraqên li pey wan derbixe holê.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.