HÜDA PAR: Li dijî rûdanên xeniqîna di avê de divê tedbîr werin zêdekirin

HÜDA PAR: Li dijî rûdanên xeniqîna di avê de divê tedbîr werin zêdekirin

Serokatiya Karên Civakî ya HÜDA PARê, bang kir ku li dijî rûdanên (vakayên) xeniqîna di avê de yên ku bi taybetî di mehên havînê de zêde dibin, tedbîr werin zêdekirin û çareseriyên pêkhatî werin xistin meriyetê.

“ misogeriya ku hênikbûn neveguhere êşê, berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e”

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Serokatiya Karên Civakî ya HÜDA PARê ve hat parvekirin de, li dijî rûdanên xeniqînê yên ku di mehên havînê de bi ketina welatiyan a nav avê ya ji bo hênikbûnê zêde dibin, hem ji saziyên peywendîdar re hem jî ji welatiyan re hişyariyên girîng hatin kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rûdanên xeniqîna di avê de yên ku di mehên havînê de zêde dibin û weha hat gotin: "Bi zêdebûna germahiya hewayê re, mirovên me ji bo hênikbûnê berê xwe didin bendav, gol, kanalên avdanê, çem, derya û hewzan. Lê belê her havîn, ji ber bêdîqetî, îhmalkarî û bêtadbîriya kêliyê, rûdanên xeniqînê yên ku pêk tên kezeba me dişewitînin; agir berdidin tewşên mirovan û malbatan bi êşên bêterîf re rûbirû dihêlin. Rêgirtina li van trajediyan û misogeriya ku hênikbûn neveguhere êşê, berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e."

“Ji bo ketina nav avê qadên ewle hilbijêrin”

Di daxuyaniyê de girîngiya girtina tevdîrên jiyanî ji bo ku welatî demsala havînê bi ewlehî derbas bikin hat bîrxistin û ev îfade hatin bikaranîn: "Ji bo ketina nav avê qadên ewle hilbijêrin. Divê mirov bi teqanî ji bendav, golaş, robar û kanalên avdanê yên ku weha herikîna wan, struktura binê wan û kûrahiya wan nayê zanîn û tabelaya 'ketin qedexe ye' li wan heye, dûr bisekinin. Ji bo melevaniyê (soberiyê) tenê divê ew qadên ku xizmeta xilaskaran lê tê dayîn û bi berbestên ewlehiyê hatine diyarkirin, werin tercîhkirin. Li qeraxên avê, divê zarok saniyeyekê jî bêçavdêrî û tenê neyên hiştin."

“Li herêmên rîskdar divê kontrol werin zêdekirin”

Di daxuyaniyê de daxwaza tundkirina kontrolan bi taybetî li herêmên ku bendav, golaş û kanalên avdanê lê hene hat kirin û weha hat gotin: "Divê rê li ber ketina wan kesên ku di bin bandora alkolê de bi bêhevsengî tevdigerin, ji bo qadên pîknîkê û melevaniyê were girtin. Di vê çarçoveyê de; di serî de parêzgarî (valilik), şaredarî û qeymaqamtî, zêdekirina kontrolên hemû saziyên giştî yên peywendîdar li herêmên bîskdar, pifkirina fersendên hişyariyê, belavkirina xizmetên xilaskaran û meşandina çalakiyên hişmendkirina gel bi şêweyekî çalak, girîngiyeke mezin hildigire."

“Ji kerema xwe re em taddbîrê ji dest nedin”

Li dawiya daxuyaniyê ku tê de hişyariya "Îhmaleke kêliyê dikare veguhere poşmaniyeke temenî" jî hat kirin, ev îfade cih girtin: "Ji kerema xwe re em tadbîrê ji dest nedin; em demsala havînê ne bi êşan, lê bi bîranînên xweş ên ku em ê bi kesên xwe yên xoşewîst re derbas bikin, bi bîr bînin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.