HUDA PAR li gelek bajêran teşebûsa darbê protesto dike

HUDA PAR li gelek bajêran teşebûsa darbê protesto dike

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî teşebûsa darbê ya ku doh êvarî pêk hat re endam û dildarên HUDA PARê yên ku li gelek bajêr û navçeyan tevlî xwepêşanan dibûn hêj çalakîyên xwe didomînin.

Teşkîlatên Meletî, Edene, Mûş, Kanîreşa Çewligê, Midyada Mêrdînê yên HUDA PARê li dijî teşebûsa darbê çalakîyên xwe didomînin.

Endam û dildarên HUDA PARê piştî teşebûsa darbê xwe berda kolanan û ji rewşê re bertek nîşan dida heta serê şeveqê wan meydanên ku lê bûn terk nekirin.

Endam û dildarên HUDA PARê yên ku di destên wan de alên partî û tewhîdê hebûn xwe berdan meydanan û bênavber tekbîr anîn.(ÎLKHA)



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.