HUDA PAR: Lozan, qetilkirina saziya Xilafetê ye

HUDA PAR: Lozan, qetilkirina saziya Xilafetê ye

ENQERE - Di nirxandina rojevê ya ku ji teref HUDA PARê ve hat weşandin de hat destnîşankirin Lozan hereketeke îşxalê ya sîyasî û çandî ye û digel vê lihevkirinê bingeha îlgakirina Xîlafetê hat avêtin.

Bursa Valiliği,Bursa,Di nirxandina ku bi gotina ‘Lozan, qetilkirina saziya Xilafetê ye’ dest pê dikir de hat bibîrxistin ku bi lihevkirina Sykes-Pîcota ku di sala 1926an de hat îmzekirin  li ser Erdnigariya Îslamê gelek dewlet  hatin damizrandin.

“Lozan îro bûye sedema gelek problemên ku em dijîn”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin hinek kes Lozanê wek tapuya Tirkiyê diwesifînin û dû re wiha pê de hat çûyîn: “Lozan hereketeke îşxalê ya sîyasî  û çandî ye.Lihevkirina ku di 24ê Tîrmeha 1923an hat îmzekirin ji teref TBMMê ve piştî mehekê di 23ê Tebaxa 1923an de hatiye tesdîqkirin. Heta ku Xîlafet nehat rakirin  lihevkirin ji teref Meclîsa Îngîlterê ve nehat tesdîqkirin ku ev yek jî armanceke Îngîlîzan nîşan dide.Ew lihevkirina Lozanê îro bûye sedema gelek problemên ku em dijîn.”

Ji bo temamê daxuyaniyê bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.