HUDA PAR Sûrê ziyaret kir

HUDA PAR Sûrê ziyaret kir

DİYARBEKİR - Alîkarê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û lijneya pê re li Sûrê Mizgefta Kurşunluyê ya Dîrokî û avahiyên ku ji şer zirarê dîtibûn ziyaret kirin.

Alîkarê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk yê ku ji bo ziyaretê ji Stenbolê hatibû, Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û lijneya bi wan re li navçeya Sûra Diyarbekirê Mizgefta Kurşunluyê ya Dîrokî û avahiyên ku ji şer zirarê dîtibûn ziyaret kirin.

Piştî tehqîqaqa li navçeyê lijneya HUDA PARê gelê ku ji ber şerê navçeyê zirarê dîtibûn ziyaret kir û guhdariya pirsgirêkên wan kir.

 “Sûr ji bilî ve texrîb bûye”

Elîbuyuk diyar kir ku ji ber şer navçe ji bilî ve texrîb bûye. Dûvre Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li Sûrê texrîbata ku pêk hatiye bi çavên xwe dît. Tişatên ku me dîtiye mexdûriyeta vir pir xedar e û pêwîst e ji bo ku nişteciyên vir malên xwe bikêşin çi hewce dike were kirin. Sûr ji bilî ve texrîb bûye.”

Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em vî yekê ji hikûmetê re dibêjin; ‘Dê birêz Swerokwezîrê roja yekşemê were Diyarbekirê. Divê ku demildest Sûr dûbare bibe derêkî ku gel bikaribin bijîn. Divê ku malên van însanan demildest were sazkirin û were teslîmkirin.”

 “Ji bo ku mexdûriyet werin çareserkirin divê ku gavên ji dil werin avêtin”

Elîbuyuk destnîşan kir perê ku di miqabilê eşyayan de ji teref komîsyona tespîtê ya xisarê ve tê dayîn hindik e. Dûvre Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gel kirêya ku wek alîkarî tê dayîn ji sê behran behreke distîne. Her wiha pereya ku ji wan re tê dayîn belkû bihayê qlîma an jî eşyayeke din e. Ji bo ku mexdûriyet werin çareserkirin divê ku gavên ji dil werin avêtin. Dayîna 2 hezar TL pere bi nedayîna perê re heman tişt e. Ji bo ku ev mexdûriyet werin çareserkirin berpirsyariyên komîsyona tespîta xisaran gelek e.”

 “Êş û elema herêmê gel dikêşe”

Elbuyuk ragihand ku êş û elema herêmê gel dikêşe. Dûvre Elîbuyuk wiha pê de çû: “Êş û elema herêmê ji bilî ve gelê herêmê dikêşe. Me dît ku di pêvajoya çareseriyê de semt û kolan ji çekan hatin dagirtin û piştî hilbijartina 2015an bi siyaseta çalan gel çawa mexdûr bû.”

Dûvre Elîbuyuk wiha dawî li axavtina xwe anî: “Îro me dît dera ku ew xwedî hêz bûn bi çi şiklê texrîabtê pêk anîn. Her kes vî yekê dizane. Li Cizîr û Şernexê derên ku zêde bûn bajaran kirin kavil. Hikûmet div î pêvajoyê de dengê xwe ji van re dengê xwe dernexist.” (ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.