HUDA PAR xelkê Çinarê ziyaret kir

HUDA PAR xelkê Çinarê ziyaret kir

Arîkarê Serokê HUDA PARê Vedat Turgut û heyeta pê re digel hevdû Qeymeqam û dikandarê Çinarê ziyaret kirin.

Arîkarê Serokê HUDA PARê Vedat Turgut,Serokê Bajêra Diyarbekirê  Şeyhmuz Tanrikulu, Serokê Navçeya Çinarê Abdurrahman Tekdal  û heyeta ku ji HUDA PARiyan pêk dihat  Qeymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli li meqama wî ziyaret kirin û ji qeymeqam di derbarê bûyerên herî dawî yên ku li navçê pêk hatine de agahî standin.

Heyeta HUDA PARê piştî ku qeymeqam ziyaret kir re  dikandarên Çinarê ziyaret kir.Di dema kirina ziyaretan de dikandaran eleqeyeke mezin nîşanî heyetê dan.Heyet kesên ku ji ber teqîna 13ê Çilê û ji ber pevçûnan mexdûr bûne ziyaret kir û derd û kulen wan guhdar kir.

 “ Di nava însanên me de roj bi roj nirxên Îslamî winda dibin”

Arîkarê Serokê HUDA PARê Vedat Turgut di dema ziyaretên ku kir de diyar kir ji ber ku şer û pevçûn li navendê bajêran tên kirin xelk gelekî zêde mexdûr dibe û wiha li axavtina xwe zede kir: “Xelkê Kurd hêj bi destpêka Komarê bi zilm û zextên rejîmê re rû bû rû maye.Ez Çinarî me .Heke hûn a niha jî biçin  şikeftên nêzî gundê me bigerin hûn ê rasta kîtabeyên Îslamî û Qur’ana Kerîm werin.Her çi qas zilm li xelkê me hatibe kirin jî wan dev ji medreseyên xwe bernadan û ji Qur’ana Kerîm dûr neketin. Kesên ku van tiştan dikirin fêm kirin heta ku Qur’ana Kerîm di nava vî milletî de be ew nikarin li gor dilê xwe vî milletî îdare dikin. Lê dema ku hûn îro li sikakên me dinêrin gelo mimkun e ku hûn exlaqa Îslamê bibînin?Divê em vê pirsê ji xwe bikin. Di nava însanên me de roj bi roj nirxên Îslamî winda dibin.Sedemeke vê yekê ev e ku em haya xwe ji jiyana xwe ya Îslamî nakin.”

Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêwîst e ku misliman bibin yek û heger di nava mislimanan de wehdet çêbibe ew ê him saadeta dinyayê û him jî ya axretê were bi dest xistin.Turgut dûvre wiha li axavtina xwe zede kir: “Em wek HUDA PARê dibêjin heger em li dînê xwe xwedî derkevin û berê xwe ji Emrîka, Rûsya û Îsraîlê vegerînin û dostîtiyên xwe yên bi wan re qut bikin ew ê wê demê him saadeta dinyayê û him jî ya axretê were bi dest xistin.Heger em bi vî awayî nekin ew ê ev der jî bibin mîna Sûrî, Misir  û Iraqê. Ji ber vê yekê em ê li dîn, memleket  û li xwe xwedî derbikevin.Ev xwedî derketin jî encax bi Qur’an û sunnetê minkun e.Ev yek çare ye ji vê re.Wek HUDA PARê fikr û nêrînên me ev in.Heger em tiştekî çewt û xelet dibêjin hûn ya rast bibêjin.”

Turgut di dawiya axavtina xwe de diyar kir em naxwazin pevçûn û şer çebibin û tu însan bimirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji ber pevçûnên ku pêk tên herî zêde xelk zirarê dibîne.Ji ber pevçûnan bi sed hezaran însan mecbûr mane ku ji herêmê koç bikin.Me dît ka li Çinarê çi zehmetî pêk hatin.”

Heyeta HUDA PARê piştî serdanan ji navçê veqetiya.(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.