Hûrgiliyên şerê li Erxenî derketin holê

Hûrgiliyên şerê li Erxenî derketin holê

DİYARBEKİR - Hûrgiliyên şerê navçeya Erxeniya Diyarbekirê ya ku di encama wê de 3 polês jiyana xwe ji dest dabûn derket holê.

Li navçeya Erxeniya Diyarbekirê dema ku li hecrika PKKê operasyon hatibû lidarxistin  şer derkatibû û 3 polês jiyana xwe ji dest dabûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin polês di ser mala Menderes Yildirimê a 2 qat de operasyon hat lidarxistin. Deriyê Cîhat Yildizê birayê Menderes Yldizî vekir û got Menderes ne li mal e. Dûvre endamekê PKKê ji jorê malê berik berda polêsan û şer derket.

Di encama şerê de polêsên bi navê Engîn Yilmaz û Salîh Aksu jiyana xwe ji destdan û 2 polês jî birîndar bûn. Bûyera ku bişev di derdora saet 02.00an de dest pê kir û heta dereng domî. Her wiha endamek birîndar ê PKKê jî birîndar hat bidestxistin. Di şerê de jî Cîhat Yildiz hat girtin. (ÎLKHA)



















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.